Li Şirnexê cenazeyê 3 gerîlayên HPG-YJA Starê ku artêşa dagirker ew şewitandine, 13 roj in tên ragirtin.
Li herêma Gabarê ya ser bi navçeya Basa ya Şirnexê, di 2’ê Kanûnê de di navbera gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û leşkerên Tirk ên dagirker de şer qewimî.
Li gorî agahiyên herêmî 3 gerîlayên HPG û YJA Starê şehîd bûn.
Piştî şer, cenazeyên gerîlayên şehîd biribûn morga nexweşxaneya Şirnexê.
Malbata gerîlayekê ji bo teşxîskirina cenaze ku ji Mêrdînê hatibû, diyar kiribû ku ji ber ku cenaze hatine şewitandin, wan nekariye cenaze nas bikin û ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dane.
Ev 13 roj in cenazeyên 3 gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li morgê tên sekinandin.
Malbata gerîlaya YJA Starê Silav Koçer (Behiye Kaçar) a ji Sêrtê çû Şirnexê, ji ber ku cenaze hatiye şewitandin, nekarî cenaze nas bike. Vê malbatê jî ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê daye. Hewldana malbatan a ji bo wergirtina cenazeyan dewam dike.
MA/ŞIRNEX