Navenda Agahdariyê ya Rojava (RIC) nivîseke vekirî nivîsî ku di gelek weşanên ingilizî de hat weşandin. Di vê nivîsê de RIC pêşniyazên xwe ji bo parastina hindikahiyan, nexasim hindikahiyên dînî jî dike. Ew wekî din bersivê dide pirsa "Hindikahiya Xirîstiyan a Sûrî çawa dikare bê parastin" û van pêşniyazên hanê jî li serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yê siberojê dike:
* Li Bakur û Rojhilatê Sûrî mîsyonên eşkerekirina rastiyan bidin destpêkirin û her wiha li deverên dewleta Tirk dagirkirî jî.
* Di warê siyasî û civaka sivîl de hindikahiyê xurt bikin.
* Ji bo pêşîlêgirtinê, bi ceza û mueyîdeyan delweta Tirk çavtirsandî bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN