Dewleta Tirk 70 hezar kes bê av û ceryan hiştiye
În 1 Mijdar 2024 - 16:10
- Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi tenê li Amûdê zêdetirî 70 hezar kes bê av û ceryan in.
Dewleta Tirk a dagirker di navberea 23-27ˈê Cotmehê de êrişên giran anîn ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dagirkeran di êrişan de balafirên şer û yên bêmirov û obîs bi kar anîn û rasterast binesazî û navendên xizmetguzariyê bombebaran kirin. Di encama êrişan de gelek navendên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin.
Li bajarê Amûdê jî zirar gihaşt beşeke mezin a firneya nan. Stasyona ceryanê ya 66/20 KF jî ya ku ceryanê dide nêzî 188 gund û bajarokan, ji xizmetê derket.
Li gorî Meclisa Bajarê Amûdê li bajar û gund û bajarokên wê 13 hezar û 800 malbat anku 70 hezar kes dijîn.
Xelkê Amûdê bi rêya pompeyên ceryanê avê ji 24 bîran bi dest dixe. Lê di encama êrişa li ser stasyona ceyranê de xelk niha bê av û ceryan e.
Derketina stasyona ceryanê ji xizmetê bandor li xebatên nexweşxane û firneya sereke ya li bajar jî kir. SILAVA EBDUREHMAN-SÎMAV MIHEMED/QAMIŞLO/ANHA