Li navçeyên Wanê ji ber karesata lêhiyê heta niha bi sedan donim zeviyên çandiniyê di bin avê de man, sedan lawir telef bûn. Tevî karesata heyî, hikûmeta AKP’ê li navçeyên lêhî rabûbû ti gavek neavêtiye.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan berî du hefteyan çû herêma Rîze ji ber lêhî lê rabûbû. Erdogan, Rîze weke herêma afat îlan kir. Bes li Wanê û navçeyên wê ku bi salan e erdhej û lêhî lê radibe, herêma afat îlan nekir. Wanê sala 2011’an erdhejek mezin çêbû, sala 2020’ê dîsa li Elbak erdhej pêk hat û 20 rojên herî dawî jî karesata lêhiyê lê da. Li gorî xelkê wir sedema vê cûdakirinê eyan e; xelkê navçeyên lêhî lê rabûne Kurd in, HDP ji sedî 80-90’î deng ji wan deran distîne, dewlet jî niha tola xwe hiltîne, wan ceza dike.
Ji ber lêhiya 20 rojên dawî li gundên Elbak, Ebex, Qelqelî, Erdîş, Peyîzava heta niha 400 mal û sedan donim zevî di bin avê de mane. Nêzî hezar lawir jî telef bûne. Fikar hene ku lêhî bidomin. Heta niha gundî bi hewldanê xwe dixwazin xwe ji lêhiyê biparêzin.
Ma dewlet nizane sîgorta nîne?
Destan Şîmşek ê ji Elbakê dibêje: “Hemû zeviyên çandiniyê man di bin avê de. Li gel me mijara sîgortayê nîne. Dewlet jî ji bo pêşwazîkirina ziyanan şertê sîgortayê datîne holê. Ji Cejna Qurbanê û vir ve halê me ev e. 300 mihên min telef bûn. Gel li benda alîkariyê ye. Zeviyên çandiniyê û lawirvanî ziyanên mezin ber ketin. Piştî erdhejê û şûnde gelek welatî neçar man ku koç kirin, ji ber ku li vir malek wan nema ku lê bijî.’’
ANF/WAN