- Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Yûsûf Çakas diyar kir Desteya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehan mîna DGM’ê tevdigerin, Deste mîna parçeyek ji çaresernekirina pirsa Kurd şîrove kir. Çakan her wiha got bi vê Desteyê re ‘’Berdana bi şert’’ ji holê tê rakirin.
Piştî ku Desteya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehan di sala 2021'ê de kete meriyetê, înfaza bi sedan girtiyên siyasî ya hate şewitandin yan jî berdana wan hate astengkirin. Desteya Çavdêrî û Îdarî xwe kir mîna dadgeheke paralel û bû sedem ku bi hezaran carî mafên mirovan bêne binpêkirin.
Desteya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehan ku ji 2021’ê ve sazkar bûye di van çend saalan de bi rengekî kêfî derketina bi sedan girtiyê siyasî rehîn girtiye. Ev Desteya Çavdêrî û Îdarî li qadeke derî qanûna û hiqûqê, bi rengekî kêfî mafê derketinê yê girtiyên siyasî ku cezayê wan xilas bûye bloke dike.
Derbarê vê Desteya ucube ya derî hiqûq û qanûn Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Yûsûf Çakas got,’’Ji aliyê dozgerekî ve tê rêvebirin û hemû endamên li derveyî vî dozgerî karmendên dozger in; ji derî dengê dozger nikarin dengekî cuda derxînin.’’
Mîna DGM’ê tevdigere
Çakan bi domdarî ev Deste poşmanbûnê li ser girtiyên siyasî ferz dike û got,’’Pirsgirêka esasî jî ew e k uev mîna dadgehekê tevdigere. Mîna Rêveberiya Awarte, mîna Dadgehên Ewlekahiya Bilind (DGM) dixebite. Em vê yekê bi şênberî dikarin bibêjin. Kesên ku di salên 1990'î de dihatin binçavkirin nêzî 50 rojan di binê çavan de diman, nikarîbûn parêzerên xwe bibînin. Mejiyê DGM'ê û Desteya Çavdêrî û Îdarî jî weke hev e. Bêyî parêzeran dadgehekê ava dikin, darizandinê pêk tînin. Ti cudahiya vê ji mejiyê rewşa awarte nîne."
‘Berdana bi şert’ betal dikin
Çakas got, ji bo kesekî 30 salan li girtîgehê maye, ji bilî îfadeyên bi êşkenceyê pê dane îmzekirin ti sûcdarî qebûl nekiriye gotina 'tu poşman î’ tê wateya rizandina îdîaya 30 salan û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Deste li fikrê girtî Yê li ser meseleya Kurd dipirse. Pirsên ku ne karê îdareya girtîgehê, dozger û komîsyonê ye dipirse, bi vî rengî li ser nêzîkatiya bernedanê tevdigere. Kesekî ku 6 sal û 3 meh ceza lê hatibe birîn normal piştî 4 sal û 8 mehan divê bê berdan, lê belê li gelek girtîgehan bi temamî tê ragirtin. Guhertina qanûna ku em jê re berdana bi şert dibêjin û li tevahiya cîhanê derbas dibe, bi ferzkirina poşmaniyê ji holê tê rakirin."
Deste parçeyek ji çaresernekirinê ye
Çakas anî ziman ku meseleya Kurd dewam dike, nehatiye çareserkirin û got, "Meseleyek ku nehatiye çareserkirin ji girtîgehê heta bi kolanan wê bandorê bike. Deste jî parçeyek ji vê yekê ye." Çakaş destnîşan kir ku ev polîtîka li girtîgehan bi ser neketiye û got, "Girtî ji ber Kurdbûna xwe û nêzîkatiya xwe ya li meseleya Kurd poşman nebûn."
MA/AMED