- Dr. Îsmaîl Ebdo Qasim yê bi dermanên xwezayî welatiyan derman dike û ji derdê wan re dibe derman, bi giyayên xwezayî yên çiyayê Şengalê dermanxaneyek vekiriye.
NESÎM ZENDINÎNÎ / ŞENGAL
Dr. Îsmaîl Ebdo Qasim yê 10 sal e dermanên xwezayî çêdike, dermanxaneyek ji bo xwe li Borika kevin vekiriye. Di maleke kevin de ku dermanxaneya xwe vekiriye, weke xizmetek ji bo civaka xwe binav dike.
Dr. Îsmaîl Ebdo Qasim yê bawernameya bijîşkiya dermanên xwezayî girtiye, li ser pêwîstiyan biryarê dide li Borika kevin dermanxaneyekî veke. Dr. Îsmaîl hem giyayên cûda yên ji bo nexweşiyên giran (kronîk) peyda dike, hem jî bixwe ji van giyayên li ber destê xwe ji nexweşên serdan dike re dermanên nû çêdike.
Dr. Îsmaîl dibêje, ew eger tiştek bizane divê bixe xizmeta gel de û wiha qala karê xwe dike: “Eger tiştek li ba min hebe, dibêjim divê di xizmeta civaka min de be. Ez jî dixwazim bi vî awayî xizmetê ji civakê re bikim. Ez civakê weke çavê xwe dibînim û nêz dibim.”
Li ser nirxê dermanan jî Dr. Îsmaîl dibêje, ji kesên hejar tiştek nagire û bêberamber xizmetê dike, tenê heqdestê xwe ji kesên rewşa wan a madî baş digire û wiha pêde çû: “Yên hejar yên tên gel min ez tiştek ji wan nagirim, xêr dikim. Lê tenê heqdest ji kesên dewlemend û derfetên wan heye digirim. Rojane nêzî 10-20 kes serdan dikin û piraniya xwe xêr li wan dikim.”
Dr. Îsmaîl got ew giyayan ji çiyayê Şengalê berhev dike û van agahiyan da: “Em van dermanan hemû ji keskahiya çiyayên me berhev dikin. Her demsalek hinek giya çêdibin. Car heye em di çileya havînê de jî hinek cûreyên giyayan kom dikin.”
Li ser bandora dermanên wî li ser nexweşan jî Dr. Îsmaîl dibêje, piranî jê razîne û wiha dibêje: “Carna hinek nexweş tên hêza min derbaz dike, nikarim alîkar bim. Ji ber vê sedemê carna hêrs dibim.”
Li dermanxaneyê dermanên dil, demar, nefes, îltîhab, mîde, gurcik û hwd tê dayîn. ROJNEWS