Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ferman da tevayî deriyên sînorî yên ne fermî werin girtin.
Desteya Deriyên Sînorî ya Iraqê, bi daxuyaniyekê eşkere kir ku doh di civîna Serokwezîr Mistefa Kazimî ya li gel Serokê Desteya Deriyên Sînorî Ednan Waîlî de, Kazimî biryar daye tevayî deriyên sinorî yên ne fermî werin girtin.
Her wiha hate gotin ku Kazimî ferman daye lez were kirin da ku karûbarên gumrigan tev bibin bi awayekî elektronîk û bi vî awayî bikarin rê li pêşiya gendeliyan bigrin.
NAVENDA NÛÇEYAN