Çapemeniya PDK´ê li ser serdana cihgirê sefîrê DYE´yê Iraqê Gregory LoGerfo ya Zaxoyê nûçeyek belav kir. Di nûçeyê de agahiyek hebû ku mirov bivênevê gava pê dihise, ji xwe re dibêje, ma tiştên halo jî hene?

Cihgirê sefîrê DYE´yê sêşemê li Zaxo, li ber Pira Delal razî bûye ji rayedarên PDK´ê: ji ber ku destûrê didin ku alîkariya insanî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûrî bibe.

Yanî ew jî pê dizane ku PDK gelek caran alîkariya insanî jî asteng dike û nahêle ev alîkarî bigihîje Rojava. 

Gregory LoGerfo sêşemê gava axivî got, ew çûye deriyê sînor ê Pêşxabûrê, yanî aliyê li Başûrê Kurdistanê yê deriyê Sêmalka û wiha dewam kir: "Min got ez razî me ji xebatkarên wê ji ber ku dihêlin xebatkarên alîkariya insanî û yên rêxistinên civaka sivîl derbasî bakur û Rojhiltaê Sûrî bibin."

Ev gotinên wî di heman demê de weke hişyarkirinê jî hatin şirove kirin da ku PDK derî li alîkariyên insanî, vegera penaberan li Rojava û çûnûhatina nexweşan ji Rojava ber bi Başûr ve asteng neke. 

Rayedarên Rêveberiya Xweser beriya çendekê dabû zanîn ku pirsên îstîxbarî ji welatiyan tên kirin û rûmeta wan tê şikandin.

ZAXO