Derewan jî peyda nakin
Duşem 28 Îlon 2020 - 16:00
- Parêzerên siyasetmedaran ragihandin ku li cem polîsan hêj îfadeyên miwekîlên wan nehatine girtin û gotin wê dema binçavkirina wan were dirêjkirin.
Dewleta Tirk a dagirker endamên navendî yên HDP’ê yên berê û niha di nav de 20 siyasetmedar di 25’ê îlonê de ji ber desteka wan a Kobanê kiribûn binçavan. Siyasetvan li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin. Operasyon li 7 bajaran hatibû lidarxistin. Parêzerên siyasetmedaran ragihandin ku li cem polîsan hêj îfadeyên miwekîlên wan nehatine girtin û gotin wê dema binçavkirina wan were dirêjkirin.
Li aliyê din Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede yê ji Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsiyar ragihand ku siyasetmedar ji ber xwarinê jehrî bûne û jehriyê bandorek neyînî li ser Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Can Memîş û Îsmaîl Şengun û Ayla Akat Ata kiriye. Dede got Bîlgen, Memîş û Şengun rakirine nexweşxaneyê, Bîlgen ji nexweşxaneyê hatiye derxistin, Memîş û Şengûn li nexweşxaneyê hatine dermankirin û rewşa wan bi giştî baş e.
MA/ENQERE