Bi armanca birçîkirina şêniyên Eyn Îsayê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her tim depoya Mişêrfê ya Eyn Îsayê topbaran dikin.
Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsayê îsal derdora 5 hezar û 400 ton genim li depoya Mişêrfê bi cih kiriye.
Depoya Mişêrfê ku heta 12 hezar ton radike, 2 km dikeve bakurê Eyn Îsayê û 500 metreyan dûrî rêya M4`ê ye.
Li gundewarên kantona Girê Spî piştî artêşa Tirk depoyên Şerkerak, Dehlîz û Sexrat dagir kir, tenê depoya Mişêrfê di destê şêniyan de ma ye.
Ji destpêka artêşa Tirk û çeteyên xwe kantona Girê Spî û gundewarê navçeya Eyn Îsayê û rojhilatê wê dagir kir, herêma depo lê ne tê topbarankirin, di encamê de topbarana dawîn zirar gihand hilberînê.
Ji ber vê zirarê miqdareke genim telef bû û baran derbasî nava depoyê bû. Mehane Eyn Îsa û gundewarên wê zêdetirî 500 ton ard bi kar tînin, anku derdora 650 ton genim dikin ard.
ANHA/EYN ÎSA