• Li Helebê depoyek çekan a Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê di berbanga roja çarşemê de hat bombebarankirin. Hemwextî wê dengê balafirên bêmirov dihat.

Li nêzî Mizgefta Ayşe ya di navbera Çerxerêya Şîhan û Çerxerêya Lêremonê ya bajarê Helebê de depoyek çekan a Hikumeta Veguhêz a sûriyeyê hat bombebarankirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji herêmê dane, bombebaran di saetên berbangê de pêk hat, bi wê re teqînên mezin li herêmê çêbûn.

Tu aliyên berpirsiyartiya bombebaranê negirt ser xwe û agahiyên der barê ziyan û windahiyan de nehatin bidestxistin.

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN 

 

* * *

Li Haîtiyê çeteyan komkujî kirin

Koalîsyona 'Viv ansanm' (Jiyana bi hev re) ya ku çeteyan li Haitiyê ava kirine, hefteya derbasbûyî êriş bir ser sivîlên li herêma Cabaretê ya li nêzî paytext Port-au-Princeyê û herî kêm 50 kes qetil kirin. Li gorî rapora rêxistina mafên mirovan a xwecihî RNDDH, di êrîşê de gelek mal hatin şewitandin û cesedên hin qurbaniyan bi rojan nehate dîtin.