Demokrasî bê têkoşîn pêk nayê

Çarşem 23 Îlon 2020 - 15:49

Koordînasyona Komelgeya Ciwanên Rojhilat (KCR) bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngava, ‘Belê ji Demokrasiyê re, na ji darvekirinê re’ ya ji aliyê KODAR û PJAK’ê ve hatî destpê kirin û ragihand ku wê bi hemû hêza xwe piştgiriya pêngavê bike.
KODAR û PJAK’ê di çarçoveya pêngava Konseya Rêveber a KCK’ê ya ji 12’yê Îlonê ve bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li her çar parçeyên Kurdistanê dayî destpê kirin, bi dirûşmeya,‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinan re’ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêngavek ragihandibû. Koordînasyona Komelgeya Ciwanên Rojhilat (KCR) bi daxuyaniyekê piştgirî da vê pêngava KODAR û PJAK’ê.
KCR di daxuyaniya xwe de weha dibêje; “Bi pêşengiya ciwanan û jinan têkoşîna li hemberî darvekirinê wê bibe havênê demokrasiyê û avakirina civakek azad û demokratîk. Demokrasî bê têkoşîn pêk nayê. Bi gurkirina têkoşînê dawî li siyaseta darvekirinê tê.
Weke hêzek pêşeng a ciwanan daxwazê ji gelê azadîxwaz, welatparêz û tevahiya endam  û welatparêzan dikin ku bi reng û dengê xwe erka pêşengiyê bigirin û çalak tevlî pêngava ‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinê re’ bibin.”

SINÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.