Dem ev dem e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 22 Gulan 2024 - 18:37

  • Heke îro nîrê jar, perîşanî û bindestiyê di stûyê me Kurdan de ye, sedem ev e. Ji dîroka sed salan heya niha ev wisa ye. Me tim fersenda ku em vî nîrî bişkînin dîtiye, bes nezanî û bêtifaqî tim bûye asteng û em bi ber bayê dîrokê ketin e.

OSMAN KAPAN

Tenêtî; carina mirina mezin, carina xwebûna xwe nûkirinê ye. Dîrok şahid e bê çiqas kes di tenêtiya xwe de winda bûne, ne dirb ji wan hatiye dîtin, ne jî bînahî. Lewra ew tenêtiya xwe bi tenê jiyane, heya ku di tenêtiya xwe de fetisî ne.

Bes tenêtiya pirrhêlî, mîna baxê pirrfêkî, pirrşênahî ye. Lewra wan ji tenêtiya xwe re şirîk çêkirine û xwe berdane nav deryaya mirovan. Ji bo wê ye navê wan bû ye pêxember, felyezof û Rêber. Wan tenêtiya xwe kiriye raman. Ew raman bû ye xetîre, rêya gel(an) ronî kiriye û karwanê li pey vê ramanê roj bi roj mezin bû ye. Ew; bûne qiblegah, bûne rênîşandan, wan teşiya ramanê rêstiye, şopdêrên wan honaye! Bi hev re bûne hevpariyek gewre. Helbet ev yek bi awayekî hêsan pêk nehatiye.

Tenêtî her dem li wan kirine tengî, nexweşî. Alîgirên wan, tim ji bo wan di nava xwe de bibînin, xwe bi wan, wan bi xwe bidine jiyandin û wekî xetîreya pêşiya xwe li roniya wan geriyane. Dema xwestin roja me tarî bikin, dîlên Azadiyê xwe kirin xelekek ji agir û xwe dane dorê, bi dengekî hevpar û ezîm gotin: “Em ê we di agirê xwe de bişewitînin. Lewra ew roja me ye em nahêlin hûn roja me tarî bikin…!“ Ew xeleka ji agir her çû mezin bû. Gel hemû bû xelek wê xelekê sînor çirandin û çar hêla welat kire yek. Ji wir li her hêla dinê belav bû. ROJ bû ya her kesî. Ji bo wê ew agir di gewriya dagirkeran de ma asê.

Îca ku gel li Rêberên xwe derkevin li ku bûyîna wan ne muhîm e. Li ku bin, bila li wir bin, wê roniya xwe biparêzin. Lê ji bo ku gel ji wê roniyê sûd ne wergire, heft sûr û deriyan li ber digirin. Bê çawa roja pêşî me nehişt “Roja me tarî bikin“ divê îro jî  em nehêlin tu kes curet bike bi ser ronîya me de biçe . Wê demê emê bi ser bikevin.

Wekî roja pêşî dîsa Dîlên Azadiyê sergovendê dihejînin û li dora Rêberê me bûne xelek. Dîlên Azadiyê ji 27‘ê Mijdara 2023‘an bi rojiya birçîbûna dorveger starta berxwedanê dan û gotin: “Ji Rêber APO re azadiya fizîkî, ji Kurdîstanê re statû“ Dîlên azadiyê 4’ê Nîsanê berxwedana xwe hîn gurtir kirin, dernakevin dadgehan, dernakevin hevdîtin û telefonê. Ango xwe tebayî Rêberê xwe kirin. Lewra tecrîta li ser Rêber li ser xwe û gelê Kurd jî dîtin! Em bi wan bawerin ku dê çalekiya wan bigehe armanca xwe. Lê belê gurbûn jê re lazim e. Divê em bi hev re bibin şirîkê berxwedana wan. Divê em Dîlên Azadiyê bi tenê nehêlin. Tenêtiya wan pirrhêlî bikin. Bi wan re bikin qarîn, bi wan re di nava tevgerê de bin. Wekî dayîka aşîtiyê jî gotî: “Em ji wan tu xeberê nagirin, niha çi dikin, çawana em nizanin li wan xwedî derketin erka her kesî ye…“ Raste ev erka me hemûya ne û dem ev dem e. Divê her Kurd li Rêber Apo xwedî derkeve. Lewra ew Rêberê netewî ye. Ev ji bo me Kurdan fersendeke mezine. Divê em vê fersendê baş binirxînin, ku em baş nenirxînin rûpelekî din ê reş dê li ser dîroka me zêde bibe…

Lenîn ji bo serhildan û têkoşînê dibêje: “Dibê ku îro zû, sibê dereng be.“ Di dîrokê de dem in ên pirr kurt, herikbariya dîrokê guhartiye, teşeyeke nû daye pergal û jiyana mirovahiyê. Îca ku demên wisa neyêne nirxandin mirov di nav gemara paşverûtiyê de dixeniqe. Lewra nenirxandina demê û bêdengî tim desthilatdaran wêrek dike, gelan jî ber bi koletiyê ve daf dide. Heke îro nîrê jar, perîşanî û bindestiyê di stûyê me Kurdan de ye, sedem ev e. Ji dîroka sed salan heya niha ev wisa ye. Me tim fersenda ku em vî nîrî bişkînin dîtiye, bes nezanî û bêtifaqî tim bûye asteng û em bi ber bayê dîrokê ketin e.

Îca di konjektora îro de hem zanabûn û feraset heye, hem fersend û derfet heye. Lê wekî bav û kalan gotî, “Divê em karê îro nehêlin sibê“ û vê derfetê baş bikar bînin. Îro deshilatdariya faşîst a AKP û MHP‘ê konevanî, aborî û leşkerî ve dema herî jar dijî. Enflasyonê daye gewriyê, hikumeta faşîst û serokkomar ji bo quruşekî parsekiyê dikin. Ligel hemû teknîk û alikariya hevparên xwe jî, li hember gerîlayên Kurd neçar in û nikseyên mezin dixwin. Dîsa ligel hemû pêkutî û çewisandinê qada konevaniyê xurt bû, faşîzma akp û mhpê serobinî kirin. Ango dem ev deme…

Niha du rê li pêşiya me ne; an emê bi têkoşîneke xurt û netewî bibin xwedî statû, an jî di nava rûplên dîrokê de bihelin…!

Êdî ji me Kurdan re şerme ku rêberê me dîl bimîne. Lewra ku Rêber Apo azad nebe, em Kurd azad nabin. Rêber Apo digot; “Ez namus û rûmeta we hemûyan diparêzim.“ Divê em tev bi yek dengî bêjin: “Îro roja namus û xîretê ye“ û mil bidin Dîlên Azadiyê. Xetîreya ku Dîlên Azadiyê vêxistî em tev de gur bikin…

  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.