EMRULLAH ACAR
MA/RIHA
Tevî ku rapora wê ya "nikare bê cezakirin" heye jî li Aliye Yabansû ya 96 salî, bi hinceta "heqareta li Serokkomar" doz hat vekirin. Derbarê Aliye Yabansu de biryara "Tevdîra ewlehiyê ya ji ber nexweşiya mêjî" hatiye dayîn û rapora wê ya "nikare rêwîtiyê“ bike jî heye. Dîsa jî dewleta Tirk dixwaze bi darê zorê bibe Kayseriyê nexweşxaneyê.
Aliye Yabansû ya 96 salî li navçeya Rihayê Siwêregê dimîne û bi hinceta ku "heqaret" li Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan kiriye, doz lê hat vekirin. Aliye Yabansu di konteynerekê de dimîne. Ji ber temenê wê, rewşa wê ya sihetê û siheta wê ya eqlî rapora wê ya "nikare bê cezakirin" heye. Pêrar, 9'ê çileyê 2019'an bê destûra wê, dîmenekê wê tê girtin û bê destûra wê li ser medya dîjîtal tê parvekirin. Li ser vê yekê, kesê bi navê M.Î. miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Rihayê kir û giliyê Aliye ya 96 salî kir. Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê jî îdîaname amade kir û doz li Aliyeya pîr vekir. Dozger îdîa dike ku Aliyeyê rûmeta Serokkomarê Tirk şikandiye.
Çima tevdîr li ser hat ferzkirin!
Di rûniştina pêşî ya dozê de parêzerê Aliyeyê, Celîl Taniş, da zanîn ku muwekîla wî nexweşa li nav nivînan e û di dîmenan de ne diyar e ka muwekîla wî gotinan ji kê re dibêje. Wî wiha xwest Aliye Yabansu beraet bike. Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê jî rapora "nikare bê cezakirin" ku ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Ersoy girtiye pêşkêş kiriye û xwestiye ku ji ber "nexweşiya wê ya mêjî tevdîra ewlehiyê" li ser Aliye Yabansû bê ferzkirin.
Rêwîtî wê bibe êşkence
Li ser vê, dadgehê biryar da ku li nexweşxaneyeke herî nêz bê dermankirin û parastin. Lê Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê, 26'ê Cotmehê ji Miduriyeta Polêsan a Siwêregê xwest ku herî dereng heta 5'ê Mijdarê Aliye Yabansû sewqî Nexweşxaneya Bajar a Kayseriyê bê kirin û ji nexweşxaneyê rapor bê wergirtin da ku bê zanîn ka lazim e Aliyeya 96 salî divê bê dermankirin yan na.
Dadgehê îtîraza parêzer Celîl Taniş red kir. Li gorî raporên tibî, Aliye Yabansu nikare xwe bi xwe pêdiviyên xwe dabîn bike. Di vê rewşê de şandina wê ya Kayseriyê ku 8 saet rê ye, Celîl Taniş weke êşkenceyê dibîne. ji bo bi zorê Aliye Yabansu nebin Kayseriyê, Celîl Taniş miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Siwêrege jî kir.