De Conca: Tecrîd mijara mirovahî û demokrasiyê ye

În 20 Îlon 2024 - 15:33

  • Dr. Massimiliano De Conca destnîşan kir tecrîda li ser Ocalan mijareke ‘’cidî û mirovî’’ ye, ji mijara şexs û neteweyekê wêdetir e, mijara demokrasiyê ye. De Conca got,’’Azadiya Ocalan ne tenê ji bo Kurdan û Rojava, di heman demê de ji bo mirovahiyê û demokrasiyê gelekî girîng e.’’

SERKAN DEMÎREL/ ANF/MÎLANO

Sekreterê Giştî Federasyona Xebatkarên Perwerdeyê ya Herêma Lombardia (Rojava) ya Îtalyayê Massimiliano De Conca pergala êşkenceyê ya tecrîda li ser Rêber Abdullah weke ‘’meseleyeke gelekî cidî ya mirovî’’ pênase kir û got meseleya tecrîda li ser Ocalan ne meseleyeke şexsekî an jî netewekê ye. De Conco destnîşan kir tecrîd li ser Ocalan ne têkilî şexsekî ye, hemû pêwendiya Ocalan a li gel derve hatiye birîn û got,’’Tecrîdeke welê li wir heye ku mirov difikirin bê çawa ji mirovekî ditirsin. Ji ber ku fikrên wî gelekî xurt in û civaka navneteweyî nikare bersivê bide meseleyeke demokrasî, edalet û mirovahiyê."

Tecrîda li Îmraliyê skandal e
De Conca yê ku ji ANF’ê re axivî helwesta qada navnetewî ya li bara tecrîda li ser Ocalan rexne kir, Ewropa, NATO ya ku bi gotinî behsa mafê mirrovan dikin li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan helwesteke dirûst nîşan nadin û domand: ‘’Bi dîtina min ev rewş dişibe rewşa li Yûgoslavya berê ku dema liv û tevger nehate kirin, bû sedema trajediyê. Bêdengiya saziyên erkdar û civaka navneteweyî ya li pêşberî tecrîda li Îmraliyê skandal e. Bi dîtina min her kes zane ku rejîma Erdogan demokratîk nîne. Ev yek ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo akademîsyenan û rojnamevanan jî derbas dibe. Bê bîra we, beriya çend salan rojnamevan û perwerdekaran ji ber fikrê xwe zilm dîtin. Ev ne tenê fikrê Kurdan bûn, fikrê edalet û zelaliyê bûn.

Demokrasiya dolar û petrolê!
Bi berdewamî Conca sedema bêdengiya Ewropayê ya li bara tecrîdê bi berjwendî, aboriyê ve girêda û got,’’Îdîa dikin ku Tirkiye welatekî demokratîk e. Lê belê di vir de em qala 'demokrasiya' dolar, petrol û gazê dikin. Em zanin ku Tirkiye xwedî xeta gazê ye û gaz li Ewropayê belav dibe. Rabûna li ber Erdogan tê wateya tawîzdayina ji hin tiştan, windakirina xwegihandina vê gazê. Yanî pîvanên ji bo civaka Ewropayê, ji bo hevkariya navbera gelan, di oxira gazê de tê fedakirin."

Ji fikrên Ocalan ditirsin
De Conca diyar kir ku fikrên Rêber Ocalan ji bo gelên cîhanê xwedî girîngiyeke mezin e û got, "Birêz Ocalan fikrên ji bo demokrasiyê pêşkêş dike û qala aştiya cîhanê dike. Li hemberî terorîzm û şer, jiyana aştiyane ya navbera gelan diparêze. Fikrê wî xwe dispêre jiyana bi hev re û hevkariyê. Bi dîtina min a ku hêzên navneteweyî ditirsîne jî ev fikir e; firsenda jiyana bi hev re ya bi hevkariyê ya mirovan. Hemû sîstema kapîtalîst û lîberal dikare hilweşe, ji ber ku fikrê konfederalîzma demokratîk ê Ocalan li hemberî hevrikiyê xwe dispêre hevkariyê. Ev yek tê wateya bidawîbûna şer, redkirina artêşekê ji bo gelekî, bidawîkirina dagirkirina welatên din. Di heman demê de pênaseyên çîn û netewe jî dixe ber lêpirsînê. Civaka navneteweyî ji vî fikrê Ocalan ditirse. Ji sîstema alternatîf a Ocalan ditirsin."

Azadiya Ocalan girîng e
Sekreterê Giştî De Conca pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ bi bîr xist û diyar kir azadiya Ocalan ne tenê bi sedemên mirovî lê her wiha ji bo pêşketina demokrasiyê jî girîng e û domand: "Ocalan hevkariyê û vîzyoneke cuda ya jiyana bi hev re pêşniyar dike. Lewma azadiya Ocalan ne tenê ji bo Kurdan û Rojava, di heman demê de ji bo mirovahiyê û demokrasiyê gelekî girîng e. Ocalan me vedixwîne lêgerîna li alternatîfa sîstema heyî.
Qebûlkirina sîstema heyî tê wateya mehkûmkirina mirovahiyê. Fikrê Ocalan gelekî girîng e, ji ber ku ji bo dewamiya jiyana mirovahiyê alternatîfekê pêşkêşî me dike."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.