- Çalakiya Dayikên Şemiyê kete heftiya hezarî. Di heftiya hezarî de daxwaza Dayikên Şemiyê ‘gorneke bi qurnefîl’ e. Ikbal Eren got, ‘’ Dayika min êdî bi hestiyên birayê min jî razî bû, dixwest gorekî wî hebe û digot; ‘Ez dixwazim goreke bi qurnefîlan xemilandî jê re çêbikim.’ Em dixwazin gorên nebedîkiriyên me hebin û faîl bên darizandin.”
OMER IBRAHÎMOGLU/STENBOL
Ikbal Eren diyar kir ku di hefteya hezaremîn de daxwaza wan, gorekî bi qurnefîlan hatiye xemilandin e û wiha got: “Heke ev welat ji tarîtiyê derkeve ronahiyê, ev yek wê li Qada Galatasarayê pêk bê.”
Têkoşîna Dayikên Şemiyê ku di salên 1990’î de bi nebedîkirina bi dehhezaran kesên dema destgîrkirinê, kete hefteya hezarî. Dayikên Şemiyê di 27’ê gulana 1995’an de bi daxwaza dîtina nebedîkiriyan li Qada Galatasarayê hatin gel hev û tevî her cureyên êrişan û astengkirinan jî têkoşîna xwe domandin.
Îkbal Eren ku birayê wê Hayrettîn Eren di 20’ê mijdara 1980’an de dema destgîrkirî hate windakirin, ji sala 95’an heta niha weke yek ji kesên xizmên nebediyan li Qada Galatasarayê dadê dixwaze. Îkbal Eren, têkildarî têkoşîna xwe ya dikeve hefteya hezarî, axivî.
Eren, diyar kir ku di nava malbateke 4 zarok de, li semta Haskoy a navçeya Beyoglû ya Stenbolê mezin bûye, di sala 1975’an de li Fakulteya Enstîtûya Perwerdeyê ya Ataturkê ya Stenbolê dixwend û birayê wê Hayrettîn Eren jî li Dibistana Lîsansa Bilind a Ziman a Modayê dixwend. Eren, anî ziman ku wê demê di hedefa “faşîstan” de bûn lewma bavê wan ji bo biewletir biçin dibistanê, bi mûçeyê xwe yê teqawidiyê ji wan re wesayîtek kiriye. Eren, wiha domand: “Derdê bavê min parastina me bû. Dixwest em her du jî bi wesayîtê biçin dibistanê û bên. Lê wisa nebû. Me nekarî yek rojê jî biçin dibistanê û bên.”
Polîsan tim bi ser malê de digirtin
Bi domdarî Eren, diyar kir ku kekê wê Hayrettîn Eren kesekî humanîst, ji çêkirina resman û muzîkê hez dikir û têkiliyên wî yên bi mirovan re baş bûn. Eren, destnîşan kir kekê wê kesayetekî pêşeng bû û wiha derbirî: “Lewma di hedefa faşîstan de bû. Mala me gelek caran hate gulebarankirin. Carinan dema em radizan mala me didan ber guleyan. Şevekê li pêşiya malê wesayîtek li benda kekê min bû. Em û kesên di wesayîtê de rû bi rû bûn. Piştre jî mala me gulebaran kirin. Polîs û leşkeran her tim bi ser mala me de digirtin.’’
Hate destgîrkirin
Eren bi domdarî got,“Roja 19’ê mijdara 1980’yî bû. Di ketina Avcilarê de ez û kekê min em li hev rast hatin. Ew bi wesayîtê ber bi malê ve diçû. Avcilar wê demê wiha nebû. Di ketina wê de dikanên biçûk biçûk hebûn. Mîna bajarokekî biçûk bû. Me li wir bi birayê min re sihbet kir. Ji me re got; ‘Ez ê bêm malê, serê xwe bişom, serûberê xwe biguherînim.’ Me kekê min herî dawî li wir dît. Çendek roj piştre nehate malê. Piştre hevalekî ji me re got ku hatiye destgîrkirin.”
Piştî 3-4 saetan înkar kirin
Eren, got ku ew hîn bûne ku kekê wê birine Qereqola Karagumrukê û wiha vegot: “Ji ber ku lêgerîna min hebû, min nekarî biçim. Dayik û bavê min çûn qereqolê. Li wir jê re gotin; ‘Me ew sewqî Qereqola Gayrettepeyê kirin.’ Ew jî di heman rojê de çûn Gayrettepeyê. Lê li wir jî gotin ‘Li vir kesekî bi navê Hayrettîn tune ye.’ Anku yên li lênûska destgîrkirinê nihêrtin û ji me re gotin wan sê çar saet berê şandiye, sê çar saet piştre dest bi înkarê kirin.’’
Wesayita birayê min li qereqolê bû
Eren, da zanîn ku wesayîta birayê xwe li baxçeyê qereqolê dîtine û ev agahî parve kir: “Dema me wesayît dîtî, me got dê piştî dema destgîrkirinê ya 90 rojî bê berdan. Dayika min piştî wesayîa me dîtî got; ‘hûn dibêjin kurê te ne li vir e lê wesayîta wî li vir e. Hûn çima derewan dikin.’ Li ser vê yekê hate derbkirin û dûrxistin.’’
Dayikên Şemiyê lîstika wan pûç kir
Eren, diyar kir ku di sala 1989’an de têkildarî kekê xwe hevpeyvînek daye û piştî vê hevpeyvînê hîn bûne ku hejmara malbatên nebedîkiriyan zêde ne. Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî salên 90’î êdî peyva ‘nebedîkirî’ bêhtir hate bikaranîn. Malbata Hasan Ocak bi windakirina kurê xwe re dest bi çalakiyê kirin û xizmên windakiriyan roj bi roj tevli wan dibûn. Weke ÎHD’ê me heta wê demê gelek daxuyanî dan. Bi çalakiya Dayikên Şemiyê re, têgeha nebedîkirina dema destgîrkirinê de kete rojeva vî welatî. Çalakiya li Qada Galatasarayê dest pê kir anku Dayikên Şemiyê lîstika wan pûç kir.’’
Em gorneke bi qurnefîlan dixwazin
Eren bi domdarî têkilî daxwazên xwe got,’’Yek ji daxwazên me jî darizandina faîlan e. Em dizanin ka faîl kî ne. Ez dizanim ka Hayrettîn kengî hatiye destgîrkirin, birine kû. Lewma hemû kesên di 20’ê mijdarê de li Midûriyeta Emniyetê ya Gayrettepeyê di beşa têkoşîna li dijî terorê de dixebitin ji nebedîkirina Hayrettîn berpirsyar in. Mehmet Agar wê demê Cîgirê Midûrê Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê yê Gayrettepeyê bû. Ez faîlên kekê xwe dizanim, faîlên din jî tên zanîn ji ber ku şahid hene. Em dixwazin ev faîl bên darizandin. Dixwazim bi min re hevrû bibin. Ya herî girîng jî em hezkiriyên xwe dixwazin, hestiyên wan dixwazin. Dayikên me yek bi yek dimirin. Dayika min êdî bi hestiyên birayê min jî razî bû, dixwest gorekî wî hebe û digot; ‘Ez dixwazim goreke bi qurnefîlan xemilandî jê re çêbikim.’ Em dixwazin gorên nebedîkiriyên me hebin û faîl bên darizandin.”
Banga xwedîderketin
Eren, axaftina xwe wiha qedand: “Em li vir têkoşîna demokrasiyê dikin. Heke bixwazin ev welat ji tarîtiyê derkeve roniyê, cihê wê dê bibe Qada Galatasarayê. Lewma divê her kes xwedî lê derbikeve.” MA