• Dayikên Dadê destnîşan kirin armanca zarên wan ên li girtîgehan û armanca wan yek e, heta ku tecrîda li ser Ocalan rabe ew ê têbikoşin û gotin, deriyê ku li Ocalan hatî girtin, deriyê zilmê ye.
  • Çalakiya ji bo azadiya Rêber Ocalan ku li girtîgehan bi rengê boykotkirina hevdîtina bi malbatê re û axaftina bi telefonê dabûne destpêkirin didome.Malbatên girtiyan aşkere kirin ku ew destekê didin zarên xwe.
     

Çalakiya di girtîgehan de ya bi daxwaza rakirina tecrîdê, pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya demoktîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, didome. Girtî çalakiya di 27’ê mijdara 2023’yan de wek greva birçîbûnê dane destpêkirin, piştî 4’ê nîsanê qulibandin ser boykotkirina dadgah, hevdîtina telefon û malbatê. Dayikên ku ji bo pêkanîna daxwazên girtiyan çalakiyê li dar dixin, banga azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. 
 
Bêtêkoşîn tecrîd ranabe 
Dayika Aştiyê Behiye Yalçin diyar kir ku ew li dijî tecrîda ser Abdullah Ocalan têdikoşin û wiha axivî: “Tecrîd li ser hemû gelan tê danîn. Heke gel tênekoşe ev tecrîd ranebe. Divê her kesek destê xwe dane ser wijdana xwe û bi hev re gav bavêje. Kîjan hiqûq kîjan edaletê vê rewşê qebûl dike. Bila ev tecrîda li ser me were rakirin.”

Ne ji bo şer, ji bo aştiyê
Dayika Bayram Kaymaz ê di Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê de tê ragirtin Medîne Kaymaz (80) anî ziman ku aştî jî bi Abdullah Ocalan re tê tecrîdkirin û ev tişt anî ziman: “Bi qasî ku tecrîd bidome em ê têkoşînê geş bikin. Deriyê bi ser Ocalan de hatiye girtin deriyê zilmê ye. Dema ku ewil hate girtin mirovan ev yek qebûl nekirin, canê xwe feda kirin û serî netewandin. Em ne şer lê ji ber aştiyê dixwazin li ber deriyê girtîgehan çalakiyê dikin. Em li bendê ne ku her kesek piştgiriyê bide çalakiya me.”

Armanca me û zarên me yek e 
Fehîme Poyraz a 2 zarokên wê di girtîgehê de tên ragirtin jî ev tişt anîn ziman: “Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe tu kes azad nabe. Divê gel ji vê zilmê re bêjin reweste. Zarokên me li hundir, em li vê derê bi heman daxwazê çalakiyê li dar dixin. Em ê heya dawiyê li pey zarokên xwe bin û dê têbikoşin. Armanca zarokên me çi be armanca me jî ew e. Bila gel piştigiriyê bidin çalakiya me û bila ev tecrîd were rakirin.” 
 
Dayika Firat Yagmekan ê di Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin Sûltan Yagmekan jî da zanîn ku divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û bal bire ser çalakiya ku ew didomînin û ya girtiyan a bi heman armancê tê lidarxisin. Yagmekan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nexweşiyên zarokên me hene. Ji ber dernakevin hevdîtinê û telefonê em nizanin rewşa wan çi ye. Em ji vê rewşê biguman in. Divê demildest daxwazên zarokên me werin pêkanîn û Abdullah Ocalan azad bibe. Bi qasî ku tecrîd bidome em ê bi zarokên xwe ve dest ji vê tecrîdê bernedin. Em ji bo vî welatî dadê dixwazin. Li ser me hemûyan tecrîd heye. Bi qasî ku em aştiyê dixwazin ew ‘zilmê’ li ser me ferz dikin. Banga me ji hemû welatparêzan ev e, bila piştgiriyê bidin çalakiya me.” MA