Dayikên Dadê: Em ê tecrîdê bişkînin

În 19 Nîsan 2024 - 18:15

  • Dayikên Dadê yên ku Nobeta Dadê digirin diyar kirin heta ku tecrîd hebe ew ê têbikoşin, ew li derve û zaroyên wan li hundir li ber  xwe didin, ew ne poşman û serbilind in, banga xwedîderketinê kirin.

Nobeda Dadê ya ku bi pêşengiya Dayikên Dadê  li Amed, Wan, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê tê girtin didome. Dayikên Dadê dibêjin heta ku tecrîd neyê şikandin û deng ji Rêber Ocalan neyê ew ê nobeta xwe bidomînin.
Dayikên Dadê yên ku  li Wanê ev 124 roj in li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nobeta Dadê digirin têkilî çalakiya xwe axivîn. 

Li der û hundir berxwedan
Aslîhan Tîmur ku a ku kurê wê ev 10 sal in girtî ye, berxwedana li zindanan a ji bo rabûna tecrîdê bi bîr xist û got,"Girtiyan ji bo agahî ji birêz Ocalan bê girtin dest bi greva birçîbûnê kirin û ev çalakî niha li girtîgehan derbasî qonaxeke din bûye. Zarokên me naçin dadgehan, telefon nakin û hevdîtinê bi malbatê re nakin. Em li derve û zarokên me jî li hundir, heya em agahiyekê ji birêz Ocalan bigirin em ê li ber xwe bidin." 

Em ne poşman in, serbilind in 
Tîmurê anî ziman ku zilma li wan hatiye kirin ji ber Kurdbûna wan e û got: “Ji zarokatiya xwe ve min bi Tirkî xebe rnedaye û nizanim. Ez biçim ku, ez bi Kurdî diaxivim. Zarokên me di zindanan de ne, em li derve ji bo ziman, edalet û azadiya xwe têdikoşin. Em dizanin heta birêz Ocalan azad nebe zarokên me azad nabin. Ger agahî ji birêz Ocalan bê girtin, wê aştî û aramî çêbibe. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Ez ne poşman im, em serbilind in. Ez bang li her kesî dikim, em xwedî li girtiyan derkevin."
 
Êdî bes e 
Ayşe Alici ku kurê wê ev 8 sal in girtî ye,  anî ziman ku 2 sal in kurê xwe nedîtiye û got: “Berê dema hevdîtinê saet 13.00 bû, niha saet 09.00 e. Ger em bixwazin jî em ê nikaribin bigihên. Zarokê min di greva birçîbûnê de bû û niha grev derbasî qonaxeke nû bûye. Di vê rewşê de ez ê heta demeke dirêj nikaribim kurê xwe bibînim. Em malbat dibêjin 'Êdî bes e'. Daxwaza me edalet, yekitî û biratî ye. Em xwînrijandinê naxwazin û dixwazin ev tecrîda li ser girtiyan bi dawî bibe." MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.