Dayikên aştiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kom bûn.
Dayikên aştiyê ji bo guftûgokirina rola dayikan di pêşîgirtina li êrişan û çareserkirina pirsgirêkê de cara yekê di asta neteweyî de komxebateke berfireh li Silêmaniyê li dar xistin.
Panela yekemîn bi navê “Em ê bi hev re aştiyê misoger bikin” bû û bi destê dayikên Başûrê Kurdistanê hat organîzekirin.
Di komxebatê de dê 4 mijarên der barê dagirkerî û êrişên li dijî Başûr, Bakur, Rojava, Kampa Mexmûr û Şengalê de hatin guftûgokirin.
Her wiha beşeke komxebatê ya girîng jî li ser rola dayikan di pêşîgirtina li êrişên dagirkeriyê, çareserî û pêkanîna aramiyê de bû.
Komxebata dayikên aştiyê bi şiklê panelan bi rê ve çû.
SILÊMANÎ