Dewleta tirk û çeteyên wê ku Efrîn dagir kirine, darên zeytûn û merxê yên navçeya Mabeta û Şiyê yên Efrînê dibirin.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin dewleta tirk û komên wê yên çete yên bi navê Sultan Mûrad û Mûntasir Bileh li navçeya Mabeta û Şiyê yên Kantona Efrînê darên zeytûn û merxê dibirin.
Her wiha ev komên çete rojane li gundê Kaxirê, Mistaşûr, Rûta, Mîrkan û Şîtka ên girêdayî navçeya Mabeta û gundê Hec Qasima yê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê darên zeytûn û merxê qut dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê kirinên dewleta tirk û çeteyên wê li dijî xwezayê belge kirine. Li gor bilançoya sala 2020'an dewleta tirk û çeteyên wê zêdetirî 60 hezar darên zeytûn, merx û hinaran birîne.
Di heman demê de dewleta Tirk û çeteyên wê zorê li Kurdan da ku koçber bibin, û bi vî awayî jî hewl dide demografiyayê biguhere û herêmê bi temamî ji Kurdan xalî bike.
ROJNEWS/EFRÎN