Li welatê rojavayê Efrîkayê Gîneyê, leşkeran darbeyeke nû kir û dawî li serweriya Serokkomar Alpha Conde anî. Darbekaran Conde girt.
Darbe, yekşemê bêyî ku şer biqewime çû serî. Serokkomar Apha Conde ku ev 10 sal in li Gîneyê desthilat bû, bi darbeyê ji desthilatdariyê hate xistin. Serheng Mamady Doumbouya ragihand ku wan Conde girtiye.
Li gorî malpera Africanews Doumbouya got, ”Piştî girtina serokkomar, me biryar da ku Destûra Bingehîn û saziyan betal bikin; me biryar da ku hikûmetê betal bikin û sînorên bejahî û hewayî bigirin.”
Li gorî malpera Djely jî Doumbouya li ser navê Komîteya Pêşvebirin û Yekîtiyê ya Neteweyî axivî û krîza siyasî û aborî ya li welêt weke hinceta darbeyê anî ziman.
Doumbouya got, ”Em dibin alîkar ku gelê Gîneyê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Ji bo bipêşveçûnê em ê bi hev re bixebitin.” Serhengê darbekar got, ”Ji bo destpêkirina pêvajoyeke derbasbûnê ya berfireh û aştiyane, em ê di asta neteweyî de bişêwirin.”
Li gorî rojnameya Guinee Matin, xistina Conde ji desthilatdariyê li welêt bi xwepêşandanên kêfxweşiyê hatiye pêşwazîkirin.
Li gorî analîza BBC´ê jî darbe ”nîşaneyeke nû ya ji xerabûna nirxên demokratîk ên li herêmê” ye. BBC´ê bi bîr xist ku ev darbe li rojavayê Efrîkayê darbeya çaremîn e ku di nava salê de hatiye kirin. Beriya niha li Malî 2 caran darbe bûbû. Di Tebaxa 2020’an de jî li Nîjerê hewldana darbeyê pêk hatibû.
NAVENDA NÛÇEYAN