Saziya Kar û Barên Olî ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi restorekirina mizgefta mezin kir. Rêveberên saziyê diyar kir ku mizgefta Mezin restore dikin û ji bo restorekirina mizgefta Etîq jî pêwîstî bi destûra UNESCO’yê heye.
Çeteyên DAIŞ`ê li Reqayê gelek mizgeft wêran kirin û veguherandin depoya çek û nexweşxaneyên meydanî.
Piştî ku Reqa di Cotmeha 2017`an de ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin û Meclisa Sivîl a Reqayê hate avakirin, Saziya Kar û Barên Olî ya girêdayî meclisê girîngî da jinûveavakirin û serestkirina mizgeft, dêr û navendên fitweyan. Saziyê Mizgeftên Nûr, Şehîdan, Îman ên ku bi temanî hatibûn hilweşandin ji nû ve ava kirin û niha jî mizgeftên; Abdurehman Bin Ewf, Mistefa û Sefa tên restorekirin.
Saziya Kar û Barên Olî dest bi restorekirina mizgefta Mezin a dîrokî kir ku ji mezintirîn mizgeftên li Reqayê ye û bûye şahida şerên ku li bajar qewimîne.
Serokê Saziya Kar û Barên Olî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê Elî Nayif Şueyb got mizgeft bi temamî hatibû rûxandin û minareyeke wê tenê mabû.
ANHA/REQA