Parlamenterê Parlamena Herêma Kurdistanê Şemol Aştî yê ser bi Fraksiyona YNK’ê ji medya YNK’ê re axivî û got, “Agahiya Hikûmeta Herêmê ji deriyên sînor ên dikevin navbera Sûrî û Herêma Kurdistanê de nîne. Dahata wan li hikûmetê jî venagere. Hinek kesên xwedî deriyên sînor û bîrên taybet ên neftê hene, hikûmet nikare ji wan re bibêje ev pere li ku ne?”

Aştî di dewamê de got; “Gelek deriyên sînor ên nefermî li Hewlêr û Dihokê hene, dahata wan ne diyar e û venagere li hikûmetê. Agahiya ti parlamenterî jî ji vê dahatê nîne, bi taybetî agahiya kesî ji dahata deriyê sînor ê fermî yê Îbrahîm Xelîl û Hacî Omeran nîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN