Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) û çeteyên wê 3 welatî ji navçeya Efrînê Cindirêsê revandin û birin navenda xwe ya li Efrîna dagirkirî.
Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ragihand ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çarşema bihurî 3 welatî ji gundên Qujîma Qurbê yên navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandine.
Vî çavkaniyî diyar kir ku navên kesên hatine revandin, Ferhad Mihemed (50) ê ji gundê Qujîma û Henan Mihemed Mûsa (57) û kurê wî Beşar Henan Mûsa (25) yên ji gundê Qurbê ne.
Li gorî çavkanî, istîxbaratê ew kesên revandî birine navenda xwe ya li bajarê Efrîna dagirkirî.
ANHA/ŞEHBA