Dewleta Tirk a dagirker li gundê Mamila yê Mabata ya ser bi Efrînê, 10 sivîl revandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyan, dagirkeran li gundê Mamila 10 sivîl revandine. Ji wan sivîlan navê 7 kesan hate zanîn û ew jî wiha ne: Ehmed Îbrahîm, Xelîl Osman, Selha Osman, Necîb Kurdî, Mihemed Hûseyên Beko, Sibhî Omer û Şikrî Omer.
Di van demên dawî de dagirker li Efrînê her diçe bêhtir xelkê bajêr ji bo fîdyeyê direvînin, êşkenceyê li wan dikin û gelekan jî qetil dikin. Asta sûcên dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê digihîje sûcên li dijî mirovahiyê û NY´yê jî heta niha gelek caran bi raporên xwe ev yek piştrast kiriye.
EFRÎN