Çavkaniyên herêmî ji gundewarên Girê Spî ya dagirkirî ragihandin ku dewleta Tirk û çeteyên wê 4 rûspiyên eşîrên El-Bû Esaf û El-Bû Xemîs ji bajarokê El-Elî Baciliye revandine. Yek ji rûspiyên revandî, bi nexweşiya kenserê ketiye. 

Li gorî çavkaniyan, dagirkeriya Tirk pêr êrişî bajarokê El-Elî Bacliyê kir û 4 kes revandin. Navên van kesan Ismaîl Îsa El-Mûsa, Salih Xelîl El-Himiş, Xelîl Rehil El-Hoş (eşîra El-Bû Esaf) û Serhan Şêx Ehmed (eşîra El-Bû Xemîs) revandin‫. ‬

Çavkaniyan diyar kir ku ev kes hemû ji rûspiyên eşîran û kesên navsere ne‫.‬

Çavkaniyan da xuyakirin ku welatiyê bi navê Xelîl Rehîl El-Hoş bi nexweşiya kenserê ketiye. Lê dagirkeran guh nedaye nexweş û kalbûnê û ew jî revandiye.

ANHA/EYN ÎSA