Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li Hewlêrê girtî, li dijî binpêkirina mafên mirovan ji 28’ê Îlonê ve di rojiya mirinê de ne.
Li Herêma Kurdistanê 17’ê Tîrmeha 2019’an rayedarê payebilind ê MÎT’a Tirk, Osman Kose yê li Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê wezîfedar, hate kuştin. Ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er jî bi hinceta kuştina Osman Kose hatin dadgehkirin û dadgehê cezayê bidarvekirinê li wan birrî. Herdu ciwanên ku li Hewlêrê girtî ne, ev 14 roj in di rojiya mirinê de ne.
Komiteya Piştgiriya Mazlum Dag û Abdurrahman Er di 2’ê Cotmehê de bang kir da ku raya giştî ya Kurd piştgiriya Er û Dag bike.
Dag û Er bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku rastî êrişên devkî û fizîkî hatine, destên wan ji pişt ve hatine kelemçekirin û bi vî awayî êşkence li wan hatiye kirin. Dag û Er, da zanîn ku li dijî binpêkirinên mafan, nêzikatiya xerab û êşkenceyê, wan dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye.
Mazlum Dag û Abdurrahman Er ji ber ku bersiva 50 miracaetên wan ên nivîskî nehatibûn dayîn, di 13’ê Sibatê de dest bi rojiya mirinê kiribûn. Li ser vê yekê piştî daxwazên Dag û Er hatin pêk hatin, wan greva xwe bi dawî kiribû.
HEWLÊR