Dadgeha Swêdê: Kolekirina Êzîdiyan sûcê dijî mirovahiyê ye

În 20 Îlon 2024 - 15:47

  • Dadgehêa Swêdê jineke 52 salî ya bi navê Lîna Laîna Îshaq bi sedema ku di navbera salên 2014-2016'an de li mala xwe ya li Reqayê jin û zarokên Êzidî kir kole, bi qirkirinê sûcdar kir. 

Jina bi navê Lîna Laîna Îshaq, ya welatiyê Swêdê, têkilî sûcên DAIŞ’î yên li dijî Êzîdî ji ber ku destûr da ku kurê wê yê 12 salî ji aliyê DAIŞ’ê ve weke leşkerek zarok were bikaranîn û doz lê hatibû vekirin ji alî dadgeha Swêdê ve hate cezakirin û 6 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Têkilî sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Êzîdiyan di lêpirsîna destpêkê de bi ‘’sûcên qirkirinê, sûcên dijî mirovahiyê û sûcên şer ên cidî’’ hate sûcdarkirin.
Dozger Reena Devgun daxuyanî da AFP'ê û anî ziman ku di dema lêpirsîna beriya niha de îfadeya şahidan wergirtine ku digotin 'Li Reqayê mirov kiribû kole' û ev yek jî bû sedem ku ew lêpirsînê kûr bikin.
Li gorî Devgun vê jinê bi çalakiyên xwe tevkarî li sûcên DAÎŞ'ê yên li dijî Êzidiyan kiriye.
Dozger diyar kir ku bersûc li mala xwe ya li Reqayê 3 jê jin, 6 jê zarok 9 kes bi rengê 'kole' radigirt.
Ji 20 roj heta 7 mehan ev mirov li mala xwe ragirt û bi zorê karên malê bi van jin û zarokan dida kirin.
Devgun anî ziman ku 'bi armanca firotinê' wêneyên van jin û zarokan hatin kişandin. Belge hemû jî ji gotinên wan kesan pêk tê ku serdana mexdûran û jinê kiribûn.
Ev sûc jî li Swêdê bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê tê cezakirin. Rûniştin wê 7'ê Cotmehê destpê bike û herî kêm 2 mehan dewam bike.
Li gorî servîsên îstîxbaratê ji çaran yek jê jin nêzî 300 Swêdî bi taybetî di navbera salên 2013 û 2014'an li Sûriye û Iraqê tevlî nava refên DAÎŞ'ê bûn. ANF

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.