Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (70)
Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe
Giftugo legel Îrec Keşkolî
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere
Şewket: Êweş naçar bûn nawçey xotan be cê bêlin?
Keşkolî: Ber le gwastnewe, mîwanîyekî bolman da û jimareyek le takuteray Talebanîman bangihêştin kird. Çunke nemandetuwanî mirîşkekan legel xoman berîn kirdmanne xorakî ew mîwanîye û şitêkî tirman nebû cige le kelupelî şexsî nebê. Ewey le kolepiştî da cêy debuwewe helman girt û ewîdîman lewê be cê hêşt.
Şewket: Ey çitan lew malane kird ke durusttan kirdbûn?
Keşkolî: Katêk ew çawe xanuwanet be cê dehêşt, be asayî cûtyaranî dewr û ber dehatin û debûne xawenyan û xalbe wek tewîle yan kadên kelkyan lê werdegirtin û eger cêyan kem bûba têyanda dejyan. Ber lewey biroyn, bo ewey minetêkman le ser cûtyarekan kirdbê, pêman gutin ta degerêynewe lew xanuwane kelik werbigrin. Ewan qebûlyan kird. Belam her dûk la demanzanî ew belên û biryeye çi desteberî nîye. Yek dû roj ber lewey bicûlêyn, Siyaweş Muderesîman ke memûrî şitkirînman bû be suwarî gwêdrêjekey narde dêy Bêjwê bo ewey şwênêkman bo peyda ka.
Şewket: Pêştir amajet pê kird ke gundî Bêjwê le jêr nufûzî komele da bû û nêwantan xoş nebû. Çon bû ewêtan helbijard?
Keşkolî: Hoy çûnî ême bo ewê, ewe bû ke melay dêyeke [debê mebest le Mihemedî Mela 'Elî bê ke keyxuday dêyeke û kesayetîyekî pêşkewtû buwe, belam mela nebû, H.Q.] le dostanî nizîkî Celal Talebanî bû û rojgarêkîş le pêkhênanî Yekêtî Cûtyaran da dewrî girîngî gêrabû. Ew pêştir le layengranî gurûpî Komele bû, belam xîlafî legel peyda kird bûn. Talebanî peyamî bo nard ke hêndêk le takuteray Hîzbî Rencberan dêne dêy Bêjwê û daway lê kirdbû yarmetîman bida. Ewe lew maweye da bû ke 'Ebdûla û birakey Selah Muhtedî lew dêye da defteryan hebû û boyan qurs bû Hîzbî Rencberan le pêgey ewanda, lêy damezrê. Her çonêk bê katêk Siyaweş Muderesî çuwe dêy Bêjwê ta cêgayekman bo peyda ka, pêwendî deka be gurûpî Komele û legel ewan dekewê. Dûr nebû ew hengawe pêştir amadeyî kira bê û bîrî lê kirabêtewe, belam lew helumercî da be tewawî buwe hoy şerm û şûreyî bo ême.
Hîzbî Rencberan. Le nawçey Seqiz u Dîwandere.
Şewket: Ey bo peydakirdinî xanû çitan kird?
Keşkolî: Her rûman lew melaye na ke Talebanî ray espardbû û ew be şêwey katî le mizgewt şwênêkî bo peyda kirdîn. Helbet peydakirdinî wetax lew dêye û dêyekanî dewruber hênde hasan nebû, çunke hemû rojê jimarey ew kesaney le şwênî nahêminî dîkewe dehatin bo gundekanî Bêtûş û Bêjwê ziyadî dekird. Nanî ladêyekan û qaçaxçîyekanîş de ronî da bû, çunke gurûpekan naçar bûn bo kirînî xuwardin û xorak û rizq rû le xelkî xocêyî nên û dirawêkî zor xerc ken.
Şewket: Nêwanî komele legel Yekêtî Nîştimanî Kurdistan û Celal Talebanî çon bû?
Keşkolî: Selah Muhtedî, bira gewrey 'Ebdula Muhtedî legel Talebanî zor dost bû û Talebanî pêy wa bû 'eqlî giştî gurûpî Komele Selah e û le piştewe rêberayetiyan deka.
Şewket: Muhtedîyekan le Binemale be deselatekanî Kurdistanin?
Keşkolî: Le Kurdistan sê binemaley gewre û be deselat hen ke birîtîn le Êlxanîzade, Babanzade û Muhtedî. Rêberanî Komele zorbeyan le Babanzade û Muhtedî pêk hatbûn, Talebanî hemîşe be galte deygut fêodalekanî Kurdistan, rêberayetî hîzbî komonîst deken. Talebanî daway le Selah Muhtedî kirdbû ke nêwan û pêwendî ême legel Komele û 'Ebdula Muhtedî çak katewe.
Şewket: Legel Selah Muhtedî qisetan kird?
Keşkolî: Le heman dêy Bêjwê çawman be Selah kewt û ew be germî mîwandarî kirdîn.
Şewket: Aya ber lewey meqerî Hîzbî Rencberan becê bêlin dîsan pêwendîtan girtewe legel memûrekanî îstîxbaratî 'Êraq?
Keşkolî: Îdî pêwendîman nekirdewe ta hatîne gundî Bêjwê. Lewey duwa çendîn car pêwendîman kird be 'Êraqîyekanewe. Belam emin îtir memûrî ew kare nebûm, belkû hawrêyanî dîke çûne Kerkûk.
Şewket: Diraw û çekîştan wergirt?
Keşkolî: Dîsan dirawman wergirt, belam ewcar kemtir le carî pêşû. Hewilman deda ta ew cêyey delwê yarmetî le 'Êraq wernegrîn. Helbet emeş bilêm ke Êraqîyekan le rûy hîsabewe ew kareyan dekrid, be pêy qudret û hêzî gurûpeke bû ke yarmetîyan dekird û le ber ewey ême hêzêkî serincrakêş nebûyn çekêkî zor kemman wergirt.
Şewket: Duway ewey ke geyiştne dêy Bêjwê û şwênî hawanewetan peyda kird çitan kird?
Keşkolî: Biryar dra Muhsîn Rîzwanî, 'Elî Sadiqî û çend nefer le hawrêyan le dêy Bêjwê bimênnewe û zorbey gurûpeke le jêr femandeyî minda bo şan dane ber 'emelyatî nîzamî biçne nawçey Seqiz. Bo çûn bo Seqiz debû be Bane da têperîn. Belam çawerêman kird ta legel desteyek le pêşmergekanî Hîzbî Dêmokrratî Kurdistan ke deçûne Bane werê kewîn. Şew le Bane, le malî kake Hesen Kerîmî [bilêy mebestî kak Haşim Kerîmî nebê? H.Q.] maynewe. Ew le dostanî Simayîl Şerîfzade bû u min le rabirduwewe le salî 1347 (hetawî) le 'Êraq demnasî. Duwacar le duway sê roj rêpêwan geyiştîne nawçey Seqiz ke meqerî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan lewê helkewtibû. Seqiz kêwî zor cuwanî heye. Seretay behar bû û berf xerîk bû detwawewe. Le rêga geyiştîne dêyek be nawî Hacî 'Ebdul. Le Kurdistan zor le melakan û ridên sipîyekan layengirî Hîzbî Dêmokrratin û le ber ewey ême legel pêşmergekanî Hîzbî Dêmokrat bûyn mizgewtekeyan bo çol kirdîn û ewêman kird be meqerî xoman.
Dirêjey heye…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (278)
14 hezîranê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (277)
7 hezîranê