CPT li tecrîdê mikur hat

Çarşem 5 Tebax 2020 - 15:30

  • Li gorî nûçeya AFP'ê, CPT di rapora xwe de ya têkildarî serdaneke 2019'an, ragihand ku wê bi girtiyên li Îmraliyê hemûyan re hevdîtin kiriye.
    Di raporê de hate diyarkirin ku di sîstema girtîgehê de ji serdaneke sala 2016'an û pê ve ti "başbûn" tineye.

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a Konseya Ewrûpayê ragihand ku astengiyên li pêşiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê "nayên qebûlkirin."
Li gorî nûçeya AFP'ê, CPT di rapora xwe de ya têkildarî serdaneke 2019'an, ragihand ku wê bi girtiyên li Îmraliyê hemûyan re hevdîtin kiriye.
Di raporê de hate diyarkirin ku di sîstema girtîgehê de ji serdaneke sala 2016'an û pê ve ti "başbûn" tineye.

Hefteyê 159 saetan tecrîd

CPT da zanîn ku Ocalan û sê girtiyên din hîn jî hefteyê tenê şeş saetan dikarin hev bibînin. Ji bilî vê yekê dema kombûna li hev a du kesan, hefteyê tenê sê saetan e. Wekî din hîn jî qedexe ye ku rojane karibin li hewşê li hev bicivin.
CPT´yê di raporê de got, "Girtî hemû, bi pirranî tecrîdkirî ne" û destnîşan kir ku ev tecrîd ji 168 saetên hefteyê bi 159 saetan dewam dike.
CPT agahî da û got, salên dawî serdana malbatê bi Rêber Abdullah Ocalan re hema bêje qet pêk nayê û daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtinê jî ji sala 2019'an ve tê redkirin.

Divê sîstem bi temamî biguhere

CPT´yê diyar kir ku têkildarî girtiyan divê hevsengiyek di navbera mercên ewlekariyê û mafê mirovan ên bingehîn de bê afirandin û bang kir da ku "sîstemeke mayinde" bê avakirin ku tê de serdanên malbatan û parêzeran hebin.
CPT´yê destnîşan kir ku pergala girtinê ya li Îmraliyê li girtiyan tê ferzkirin divê bi temamî bê guhertin.

STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.