• Di ser qedexeya derketina derve ya li Cizîrê re 5 sal derbas bûn. Guler Tûnç dibêje; “Li dijî dewleta kujer Cizîrê tu carî serê xwe netewand û dev ji xaka xwe û mala xwe berneda û ji îro pêve jî wê serê xwe netewîne.” 

Hêzên dewleta Tirk a dagirker di 14’ê Kanûna 2015’an de dor li navçeya Cizîrê ya Şirnexê girtin û piştî ragihandina qedeya derketina derve, dest bi êriş û topavêtinê kirin. Li navçeyê êriş û topavêtinê 79 rojan dewam kir. 2’yê Adara 2016’an li navçeyê qedexe hat rakirin. Di encama êrişan de 288 welatî şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di nav kuştiyan de pitik, zarok û kal jî hebûn. Li Taxa Cudiyê di jêrzemînan de 177 kes bi rojan li benda alîkariyê man, lê taliyê cenazeyên wan ê şewitandî ji jêrzemînan hatin derxistin. 

Ji kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de bi awayeki hovane hatin kuştin jî yek jê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û birayê wî Orhan Tûnç bûn. 

Çendî ku di ser qedexeyên li Cizîrê re pênc sal derbas bûne jî lê hîn jî gotinên Mehmet Tûnç ên dawî di bîra Cizîriyan û gelek kesan de ye ku gotibû: “Bi me serbilind bin.” 
 
Ez teslîmî dagirkeran nabim

Dayika Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç û hevjîna Orhan Tûnç Gûler Tunç bi sedema salvegera 5’an a komkujiyê ji ajansa Mezopotamyayê re axivîn. 
Esmer Tûnç, dayika Mehmet û Orhan Tûnç, wiha behsa wan rojan kir: “Piştî ku qedexeya derketina derve hat ragihandin, ez bi Mihemedê xwe re axivîm. Min jê re got ‘Dibêjin ji Amedê û Mêrdînê ambulans hatine wê birîndaran bibin nexweşxanê.’ Bi vê gotina min aciz bû û got, ‘Kê gotiye bila ambulans bê? Bila gel rabe ser piyan, ancex serhildana wan dikare me rizgar bike.’ Ew axaftina min a dawî bû bi Mihemed re. Mihemedê min digot, ez teslîmî dagirkeran nabim. Ew mirovekî canfeda bû. Tu hêzê nedikarî wî bide sekinandin.

Navê wî bikin Bêkes

Pişt re roj derbas bûn û ambulans çûn jêrzemînê. Şifêrê ambulansê ji me re got, ‘Me 60 cenaze anîne.’ Min got, ‘Mihemedê min jî di nav de ye.’ Ji me re gotin ew rizgar bûye. Min li cenazeyan yek bi yek mêze kir, hemû şewitîbûn. Bûka min Guler ducanî bû. Êvara wê rojê me rakir nexweşxaneyê. Keça min bang li min kir û got, ‘Yadê mizgîniya min li te Orhan li me geriya û pirsa Gulerê kiriye.’ Pişt re gotiye, ‘Heger ez bi saxî ji vir derketim ez ê navê zarokê xwe bikim Çiyager, ger ku ez derneketim jî navê wî bikin Bêkes.’ 

Em bê xwedî û bê kes man

Li Botanê her jinek xwedî çîrokek bi êş û berxweder e.  Hevjîna Orhan Tunç, Guler Tunç jî yek ji van jinan e. Tunç di 17 saliya xwe de zewiciye û di temenê biçûk de zarokê wê yê bi navê Bêkes çêbûye. Roja ku Bêkes hat dinê bavê wî Orhan Tunç hat kuştin. 
Piştî kuştina Orhan Tûnç, Guler Tunç soz dide ku di nav xebatan de bi awayekî çalak cih bigire. Tûnç, niha Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê ye. 
Tûnç, wiha behsa wan rojan kir: “Saet 7’ê sibehê bû, Orhan li min geriya. Pirsa min kir. Wê demê di jêrzemîna sêyemîn de bû. Ji min re got, ‘Em 40 kes di jêrzemînê de ne û em bawer nakin ku em ji vir bi saxî derbikevin.’ Min tenê 5 deqîqeyan pê re xeber da. Tişta ku herî dawî ji min re got, ev bû ‘Ev 3’ê meh in em li vir li ber xwe didin. Me tîbûn û birçîbûn li berçavan girt û ev sê meh in em li benda gel in. Lê ev sê meh in em bêxwedî û bêkes mane. Ji ber wê ez dixwazim ku tu navê kurê min bikî Bêkes.’ Li gel vê gotina wî ya dawî telefon qut bû. Orhan piştî kurê xwe hat dinê bi rojekê di jêrzemîna sêyemîn de hat qetilkirin. Di jêrzemîna sêyemîn de şewat çênebûbû. Di jêrzemîna sêyemîn de mirov bi îşkenceyê hatibûn qetilkirin. Li ser cenazeyê Orhan naylon hatibû helandin û 40 gule lê hatibûn reşandin.”
 
Hêviyên min mezintir bûn

Gûler Tunç di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ê tu carî dev ji têkoşînê bernede û got: “Bêkes dikeve 5 saliya xwe. Mezin dibe û êdî pirsa bavê xwe û apê xwe dike. Bixwaze û nexwaze pirsan dike. Lê belê di salên 90’î de çawa ku li ber çavên zarokên kurd dayîk û bavên wan dihatin qetil kirin, Bêkes jî wê bizanibe ku ew jî yek ji wan zarokan e. Dema ku zarokê min çêbû ez 17 salî bûm. Min di 17 saliya xwe de êşek ji temenê xwe mezintir kişand. Birînên ku ji laşê min mezintir di hundirê min de çêbûn. Hêviyên me ji temenê me mezintir bûn û xwestin ku hêviyên me tune bikin. Lê belê tevî hemû neyiniyan min tu caran hêviyên xwe wenda nekirin û hêviyên min hîn mezintir bûn. Hêviya min Berxwedan Orhan bû. Van birînan di hûndirê min de Gulereke nû afirand. Min nexwest ku ez di mal de bimînim û şîn bigirim. Min xwest di rêya Orhan û Mehmet Tûnç de bimeşim. Ew kirasê ku Orhan bi xwînê hiştî, min wergirt û ez tevlî vê têkoşînê bûm. Pişt re min di rêxistina HDP’ê de cih girt. Ev ji min re gelek baş hat. Ji tedawiya bijîşkan zêdetir ji min re baş hat. Bi ser qedexeyê 5 sal derbas bûn. Lê dewletê her sal zilma xwe û zordestiya xwe mezintir kir. Nehiştin ku gel birînên xwe bipêçe. Li ser jêrzemînên Cizîrê TOKÎ çêkirin. Cizîrê tiştên gelek giran kişandin. Lê li dijî dewleta kujer Cizîrê tu caran serê xwe netewand û dev ji xaka xwe û mala xwe berneda û ji îro pêve jî wê serê xwe netewîne.” 

MA/ŞIRNEX