Ciwanên Êzîdî ji bo Ocalan meşiyan

Yekşem 22 Îlon 2024 - 16:19

  • Bi çarçoweya Pêngava, ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Şengalê re xweserî’’ Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê meşeke dirêj a bi meşale kirin. Piştî meşa bi 7 kîlometreyê ciwanan daxuyanî dan û gotin,’’ Ji bo Rêber Apo fizîkî azad bibe heya dawiyê emê di nava tekoşînê de bin û hesabê ji faşîzma Tirk bixwazin.”

Yekîtiyên Ciwanan li Şengalê ji bo azadiya Rêber Ocalan meşiyan. Ciwanan peyam dan ku heta azadiya Ocalan ew ê têbikoşin.
Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê bi dirûşmeya ‘Eger Parastin nebe azadî jî nabe’ li bajaroka Sinûnê ya Şengalê meşeke meşaleyî ya dirêj  lidarxistin. Meşa ciwanan a di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ de bi beşdariya ciwanên Ereb, endamên sazî û rêxistinên Şengalê pêk hat.
Meşê ji çerxerêya Mam Zekî a li Sinûnê dest pê kir. Ciwan heya seytereya Asayîşa Êzîdxanê ya Şehîd Gênco meşiyan. Ciwanan li vir meşaleyên xwe pêxistin û meş heya Baxçeyê Serok Apo ya li Geliyê Kersê berdewam kir. Piştî meşa dirêj a bi 7 kîlometreyan ciwanan daxuyanî dan.
Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê Avesta Êzdî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan a 26 salan hate destnîşankirin, hate bibîrxistin ku ev 40 meh in li ser Ocalan tecrîdeke mitleq heye û hate gotin,’’Em tevgera ciwanên Êzidxanê li hemberî vê tecrîda li ser Rêberê me em ê bêdeng nebin. Ji bo Rêber Apo fizîkî azad bibe heya dawiyê emê di nava tekoşînê de bin û hesabê ji faşîzma Tirk bixwazin.”
Di daxuyaniyê de Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha sala 1998’an jî hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sala xwe tije dike, em ciwanên Êzidxanê em ê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêbertî mezintir bikin heya ku em azadiyê bidest dixin.” ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.