Ciwanên Başûr dijî dagirkeriyê rabûn
Sêşem 17 Îlon 2024 - 15:24
- Bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz, li Binarê Qendîlê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin. Ciwanan bang kirin ku Lİ dijî dagirkerî û xiyanetê gel rabe ser piyan.
Dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê li nav gelê Başûr, siyasetmedar, nivîskaran dibe sedema nerazîbûnan û tê xwestin ku dawî li dagirkeriya Tirk a bi hevkariya Barzaniyan were.
Bi vê çarçoweyê li Binarê Qendîlê bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz yên Kurdistanê helwesta xwe dijî dagirkeriya Tirk nîşan dan, êrîşên dagirker û nokeriya Barzaniyan şermezar kirin.
Bi navê Ciwanên Welatparêz Lavan Hemedemîn di çalakiyê de daxuyanî da û siyaseta Tirk a ji Osmaniyan û wir ve bi bîr xist û got ji berê ve dagirkeriya li ser Kurdistanê didome.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Dewleta dagirker û qirker, Kerkûk, Mûsil û Başûrê Kurdistanê weke axa xwe dibîne. Emê têkoşîna xwe ya dijî komplo û planên dewleta Tirk bihêztir bikin. Pêwîste hemû kes xwedî helwest be û hemberî dagirkerî û xiyanetê bêdeng nemîne. Ger yekîtiya Kurdan çênebe, wê rê li dagirkeriya ser welat vebe û destkeftiyên heyî jî hemû ji holê rabin.”
ROJNEWS