Komeke din a ciwanên Başûrê Kurdistanê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tevlî seferberiya ji bo parastina Heftanînê û temamê Başûrê Kurdistanê bûn.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ref bi ref tevlî nava refên gerîla dibin. Li ser banga Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî seferberiya li dijî dagirkeriyê dibin.
Divê çarçoveyê de komeke din a ciwanên Başûr tevlî nava refên gerîla bûn. Ciwanan peyameke vîdeo belav kir û got, “Em ciwanên Başûrê Kurdistanê bi aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve diçin û amade ne mil bi milê gerîlayan xwedî li mafên rewa yên gelê Kurd derkevin. Em weke ciwanên Başûr û ciwanên xwedî helwêst weke erkê exlaqî û niştîmanî bangewazî dikin û daxwaz dikin ku xwedî li xaka Kurdistanê derkevin û tevlî şerê Cenga Heftanînê bibin."
NAVENDA NÛÇEYAN