• Festîvala Ciwanan a Kurdistanê 25’ê Gulanê li Freîbûrgê ya Elmanyayê wê were lidarxistin. Ji Komîteya Amadekar a Festîvalê Berjîn Guneş got,’’Di serî de ciwanên me yên li Ewropayê, em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz dikin ku werin festîvalê.’’

Festîvala Ciwanan a Kurdistanê bi dirûşma,’’Çand zirxê hebûna me ye’’ Şemiyê wê li Freîbûrgê were lidarxistin.Guneş diyar kir bi Festîvalê ew dixwazin xwe bigihînin wan ciwanan ku li Ewropayê hewl tê dayin ku wan ji çand, nasnameya wan dûr bixin, zorî sirgûnê bûne û ji welatê xwe hatine qutkirin û got,’’Ji festîvalê armanca me ya sereke ew e ku em nîşan bidin mirov bi çanda xwe çendî dikare nêzî heqîqetê û xwe dibe û bûnewer dibe. Bi çalakiyên wiha xasma jî em dixwazin vê ji wan ciwanan re bibêjin kul i Ewropayê çêbûne û mezin bûne: ‘’Rojekê jî be, em hay jê hebin ku çand ji bo hebûna me çendî girîng e. Ya ku me heyî dike, civakîbûna me ya ku îro em gihandine vir, têkoşîna me ya enternasyonal e.’’

Em hêza xwe ya rêxistinî nîşan bidin
Guneş a ku gotî,’’Her çendî hewl didin ku me ciwanên Kurd ên li Ewropayê bêhêvî û bêmoral bihêlin jî, divê mirov ti caran Rêber Apo û şehîdan ku zemîna hêz û vîna me ne ji bîr neke’’, wiha domand: ‘’Em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz dikin, bi domdarkirina Newrozên bi tevlêbûna bi sed hezaran, gotina dijmin ku dibêje,’’Kurd nema’’, ‘’Kurdê çê yê mirî ye’’, bi felsefeya Rêber Apo ku dibêje,’’Kurdê çê yê rêxistinî ye’’ pûç  bikin û hêza xwe ya rêxistinî nîşan bidin. Serkeftin ji ya ku em zen dikin nêztir e.’’

Wê çar parçeyan bigihîne hev
Festîvala ku ji salên 90’î û wir ve li Ewropayê bi rêk û pêk dibe, weke her salê, îsal jî wê bi turnuvaya futbolê dest pê bike. Berjîn Guneş got,’’Li gel turnuvaya futbolê, em ê aktîvîteyên sporê yên weke boks, tenîs, tenîsa maseyê, kişik, badmîntonê jî li dar bixin. Her wiha gelek hunermend wê tevlî festîvalê bibin. Hunermendên ku wê temsîla nasnameya ciwanan bikin, bi hemû zaravayên Kurdî, wê temsîla çar parçeyên Kurdistanê bikin.’’Guneş got,’’Hunermendên zaroktiya me Çar Newa, hunermendê rapê yê Rojavayî Îbo Qamişlo ku bi helwesta xwe derketî pêş, Meral Alkan ku berxwedana Zarîfeyan bi bîr dixe, dengbêjê ciwan Rêber Serhed, Beyan ku bi Soranî distre wê li festîvalê hazir bin.’’


Ji bo tûrnûvayê hazir in

Ji bo turnuvaya ku wê li festîvalê wer ekirin, li tevahiya Ewropayê lîstika futbolê tê lîstin.Serkeftiyên tûrnûvayê ji bo ku bibin şampiyon li festîvalê wê werin cem hev.
Yek ji rawesta pêşî ya rûberîhevbûna li sê navendên li Elmanyayê jî, Heîlbronn a bi ser eyaleta Başûr ve bû. Di tûrnûvayê ku li ser navê şehîd Seher Deniz hatî lidarxistin, ku Deniz 2016’an tevlî Têkoşîna Azadiya Kurd bûbû, 17 tîm rûberî hev bûn. Kurdische Fußball Team bûbû yê pêşî, Meşkîna Spo ketibû rêza duyan, Zerîn Sîncar Spor jî ketibû rêza sêyan. Xwîşka şehîd Seher Deniz kûpa da tîmên ku ketin rêzê. Her wiha TekoJINê jî, ku tekane tîma jinan bû, xelat girt.
Li Elmanyayê her wiha bi navê Şehîd Tavîn Têkoşîn û Şehîd Bawer Agir jî tûrnûva hatin kirin. Li Swîsre bi navê Şehîd Dijwar Tolhilan tûrnûva hate kirin, li Parîsê, Marsîla, Hollanda, Belçîka, Kanada û gelek welatên din tûrnûva hatin kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN