Civaka Êzdî Mam Beşîr bi bîr anî

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 15 Mijdar 2022 - 08:06

  • Şehîd Mam Beşîr di salvegera şehadeta xwe de li bajarê Elmanyayê Emmerichê hat bibîranîn.

Civaka Êzdî bi dost û hevalên welatparêz, li bajarê Elmanyayê Emmerichê, bi beşdariyeke xelkê ya mezin, li Navenda Çanda Demokratîk a Kurd Mam Beşîr di salvegera diduyê ya şehadeta wî de bi bîr anî.

Mam Beşîr (Hasan Dutar) 13´ê Mijdarê (Yekşemê) li Emmerichê hat bibîranîn. Bi sedan Kurdistanî jî ji bo bibîranînê li Navenda Çanda Demokratîk a Kurd bûn.

Oldarê civaka Êzdî Feqîr Simaîl merasîma bibîranînê bi gotina Qewlê Şerfedîn bi rê û rêbazên Êzdayetî da destpêkirin. Paşê, birayê Mam Beşîr, Kemal Dutar bang li Êzdiyan û li temamê kurdan kir da ku tifaqa xwe li her parçeyê Kurdistanê çêke.

Soza te soza me ye

Keşeyê civaka Mesîhiya, Pastor Jochen ê ku ji hevalên Mam Beşîr bû, behsa hevdîtina xwe ya  yekem a bi Mam Beşîr re ya li Xanesora li Şengalê kir. Ev hevdîtin destpêka avakirina projeyên mezin ên hevbeş ji bo civaka Êzdî bû. Wî got, wan soz daye hev û ew li ser soza xwe ye û dibêje, “Soza te soza me ye”.

Li ser navê saziya malbatên Şehîdan KOMAW´ê,  Cahîde bal bire ser kesayeta Mam Zekî, Mam Beşîr û Zerdeşt Şengalî bi gotinên wan ku êdî hêzeke çekdarî ya Êzdiyan heye, piştî 74 fermanan, êdî ferman wê dubare neyên serê civaka Êzdî.

Heso Brahîm jî peyam da

Li ser navê sazî û rêxistinên din jî Koordinasyona Civaka Êzdî a Ewrûpayê Hecî Çelîk, bi navê mizgefta bajarê Kleve ji rêveberên Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) birêz Nisret, Parêzer ê hevalê Mam Beşîr Necdal Dislî, li ser navê Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî SMJÊ birêz Nefiya û ji dîwana KCDK-E´yê Osman Ergîn axivîn.

Hevrêyê Mam Beşîr, Welî Stêrk rastiya destpêka jiyana azadiyê û girêdayî wê yên hemberî wê xiyanet û komplogerên li dijî tevgera azadiyê yek bi yek bi nav kir.

Piştî wê jî, sînevizyona li ser jiyana Mam Beşîr hat nîşandan û ber bi dawiya bibîranînê jî bi telefonê Hevserokê desteya Rêveber a Şengalê birêz Heso Birahîm beşdarî merasîma bibîranînê bû. Di nirxandina xwe de wî bandora jiyana Mam Beşîr û Mam Zekî anî ziman û hemû cangoriyên 74 fermanan û şehîdên şoreşê bi bîr anîn.

EMMERICH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.