- Geng Shuang got, rapora Alîkarê Sekreterê Giştî yê ji Karên Mirovî yên NY´ê Berpirsyar a li ser rewşa mirovî ya li Sûriyeyê 'cihê fikaran e'.
Nûnerê Daimî yê Çînê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Geng Shuang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KE) têkildarî Sûriyeyê axivî û got, dewleta Tirk bakur-rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye û çavkaniyên avê li ser birîne.
Geng Shuang got, rapora Alîkarê Sekreterê Giştî yê ji Karên Mirovî yên NY´ê Berpirsyar a li ser rewşa mirovî ya li Sûriyeyê 'cihê fikaran e'.
Shuang li KE´yê got, "Tirkiyeyê bi rengekî neqanûnî bakur-rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye û çavkaniyên avê li ser birîne."
Nûnerê Çînê bang li Tirkiyeyê kir da ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere û garantiya gihandina alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî bide.
Nûner her wiha xwest, pêkanînên yekalî yên li ser Sûriyeyê bêne bidawîkirin.
NEW YORK