- Ajansa dewletê ya Çînê Xînhûa ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Çînê Qîn Gang bi hempîşeyên xwe yên Îsraîl û Filîstînî re bi telefonê axiviye.
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Qîn Gang diyar kir ku ew bi hempîşeyên xwe yên Îsraîl û Fîlîstînî re axiviye û ji wan re ragihandiye ku Çîn amade ye lihevkirineke aştiyê ya li Rojhilata Navîn hêsan bike.
Ajansa dewletê ya Çînê Xînhûa ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Çînê Qîn Gang bi hempîşeyên xwe yên Îsraîl û Filîstînî re bi telefonê axiviye.
Qîn ji Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen re gotiye 'Çîn amade ye ku bi rola hêsanîkirinê rabe' û hempîşeyê xwe yê Îsraîlî ji bo 'avêtina gavan a bi armanca destpêkirina danûstandinan' teşwîq kiriye.
Qîn ji û Wezîrê Karên Derve yê Filîstînê Riyad El Malîkî re jî gotiye, Çîn alîgirê wê yekê ye ku di dema herî nêz de danûstandin ji nû ve dest pê bikin.
Pêvajoya aştiyê ya Îsraîl-Filîstînê ji sala 2014'an ve rawestiyaye. Wezîrê Çînî ji herdu hempîşeyên xwe re got, Çîn alîgirê çareseriyeke bi du dewletan e.
Hîna nû, bi navbeynkariya Çînê, Erebistana Siûdî û Îranê Adarê li Pêkînê peymanek mohr kiribû. Herdu welatan biryar da ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên ji sala 2016'an ve qut bûne, ji nû ve ava bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN