- 25 roj in aqûbeta Qehreman Şukrî nayê zanîn.
Rojnamevan Qehreman Şukrî 25 roj in ku li nezaretxana PDKê ye, û aqûbeta wî nayê zanîn. Berpirsê Rêxistina Aştî Ferman Fatih da zanîn ku heya niha li Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevanan yasaya rojnamegeriyê nayê bi cih anîn. Ferman bang li aliyên peywendîdar kir ku sedemê binçavkirina rojnameger Qehreman Şukrî diyar bikin.
19’ê Hezîranê, dewleta Tirk a dagirker gundê Sîda yê ser bi Şêladizê ya ser bi Dihokê bi dijwarî bombebaran kir. Di encama bombebaranê de komkujiyek pêk hat û 5 ciwan şehîd bûn. Piştî vê komkujiyê xelkê Şêladizê rabûn serhildanê.
Piştî vê xwepêşandanê hêzên leşkerî gelek kes girtin. Rojnameger Qehreman yek ji wan kesan bû hate binçavkirin. 27’ê Hezîranî Asayîşa PDK’ê li Komelgeha Sîrê ya ser bi Şêladizê bi ser mala rojnameger Qehreman Şukrî Zeynedîn de girtin û binçavkirin û veguhestin girtîgeha Zirka. Ev 25 roj in destûrê nadin ne parêzer, ne lijneya parlamentoyê û ne jî xizmên wî serdana Rojnameger Qehreman ê 23 salî bikin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ