Hejmara nû ya New Internasyonalist bi berga "Careke din xiyanet li wan bû: Çima divê em pişta Kurdan bigirin" ya Tîrmeh û Tebaxa 2020´an derçû. Di vê hejmarê de îşaret bi helwêsta dewleta Tirk tê kirin û tê gotin, ew dixwaze vê gava dinya bi Covid-19´ê daketiye, dewleta Tirk şerê xwe li dijî Kurdan li Tirkiye, Sûrî û Iraqê zêde dike.
Di vê hejmarê de Vanessa Baird bi fikrên Abdullah Ocalan daketiye û wî weke Mandelayê Rojhilata Navîn bi nav dike.
Dilar Dîrîk li ser tevgera jinan li Rojava nivîsandiye û dibêje, ew serî natewînin. Vanessa Baird bi nivîseke din a li ser Rojavayê Kurdistanê ya bi sernavê "Careke din xiyanet li wan hat kirin" bi pirsa "ka çima çepgir divê pişta Kurdan bigirin" dadikeve.
Li ser êrişa li dijî xwereveberiyan û xirakirina Sûrê nivbîsek heye ku tê de êrişkariya dewleta Tirk a qirker bi xisletên xwe yên sereke tê destnîşankirin.
Li ser Kurdên Îranê dosyayeke li ser kolberan û qetilkirina wan a sîstematîk jî di vê hejmarê de heye tevî nivîseke li ser pêvajoya dewletbûna Başûr.
NAVENDA NÛÇEYAN