Sala nû ku li gorî salnameya Romî ya reformnekirî 14'ê Çile destpê dike, bi pîrozbahiyên sersalê li Kurdistanê şeva ku 13’ê Çile diqulibe 14'ê Çile tê pîrozkirin. Li navçeya Mêrdînê Qoserê ji bo adet û rêuresma vê şevê ji bîr neçe, NÇM'a Qosera pîrozbahî organîze kir. Li Batmanê bi xwe, polêsên dewleta Tirk li 8 kesên sersal pîroz dikirin, ceza birrî.

Li navçeya Mêrdînê Qoserê Xebatkarên Navênda Çanda Mezopotamyayê, di çarçoveya pîrozbahiyên sersala li gorî salnameya reformnekirî, ku li deverê weke sersala Kurmancî tê zanîn, li kolanan rêûresma bûk û kalê salê bi rê ve birin.  Xebatkaran li erbaneyê da û li nava taxan derî bi derî geriyan. Gava xelkê derî li wan vekir jî wan got, “Serê salê binê salê Xwedê zarokekê bide vê malê” sersala wan pîroz kir. Welatiyan jî îkram da kesên ku çûn li deriyên wan xist. 

Lê li Batmanê pîrozbahiya sersalê li zilma dagirkeran aliqî. Polêsan li 8 kesên bi qirdik, bûk û kalê salê sersal pîroz dikirin, 7 hezar û 200 TL cezayê pereyan birrî. Kesên ceza li wan hatî birrîn got, ew li gorî tevdîrên li dijî ewbê û mesafeya fizîkî tevgeriyane, lê polêsan dîsa jî ceya li wan birriye. Bi vê yekê derket holê ku polêsan li adet û rêûresmên Kurdî ceza birrîne. 

MÊRDÎN/BATMAN