Cêwiyên muzîkê; Zîn û Jîn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 17 Îlon 2024 - 16:45

  • Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan 12 saliya xwe derbas kir û ket sala xwe ya 13’emîn, gelek derfet ji jinan re ava kir. Ji siyaset heyanî hunerê jin parastina destkeftiyên xwe û pêşengiya şoreşê dikin. Zîn û Jîn Mitêwit du xwişkên cêwî ne temenê wan 16 salî ye li bajar Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûne. Zîn û Jîn bi saz û awazên xwe hunera xwe nîşanî xelkê didin.

ZEYNEB ÎSA
JÎNHA/QAMIŞLO

Jîn Mitêwit wiha behsa hezkirina xwe ya li hemberî hunerê kir: "Dema ku ez di 12 saliya xwe de bûm, min konsereke cîhanî dît. A muzîkjenekî Yewnanî bû navê wî Yanî bû. Di wê konserê de, gelek muzîkjen anîbûn ku bi awayekî azad li gelek cureyên amûrên muzîkê dixistin. Di wê konsêrê de muzîkjenekî Ermenî bi navê Samoyêl pir bala min kişand, lêdana wî ya kemanê pir xweş bû, bala mirovan dikişand. Ji wê demê ve min xwest ez jî weke jineke Kurd li amûra kemanê bixim û di siberojê de bibim muzîkjeneke Kurd a bi nav û deng. Piştî du sê salan xalê min ji min re keman kirî û piştgirî da min ku ez fêrî kemanê bibim. Ji wê demê ve min li çend navendan perwerde dîtiye tevli waneyên teorîk û pratîkî bûme heta gihîştim vê astê."

Şoreş derfeta pêkanîna xewnan afirand
Jîn Mitêwit bal kişand zehmetiyên ku heya fêrbûnê jiyaye û wiha bi dawî kir: "Ji ber ku keman amûreke hesas e, nazikbûn jê re divê min hinek zehmetî kişandin di destpêkê de heta fêrî lêdana amûra kemanê bûm. Bi saya mamoste, malbat û hevalên xwe ez gihîştim vê astê. Tevî ku amûrên me yên rojavayî ne jî ne yên rojhilatê ne, em dixwazin hunera xwe ya Kurdî biparêzin. Ez dixwazim ji her jinê re bibêjim ku xewnên wan çi bin bila bibin Şoreşa Rojava derfet daye wan dikarin xewnên xwe pêk bînin. Bila tu carî ji gotinan netirsin û gava ber bi armanca xwe ve bavêjin.”

‘Muzîk ji bo min cihê rehetiyê bû’
Zîn Mitêwit jî wiha behsa tevlibûna xwe ya hunerê kir: "Di 15 saliya xwe de ez tevli warê hunerê bûm min xwest fêrî kemanê bibim. Nêzî 8 mehan fêrî kemanê bûm piştre min dît ku keman ji min re zehmet tê. Min xwest fêrî amûra gîtarê bibim min perwerde li gelek navendan dît, spasiya her mamosteyê dikim ku ked bi min re dan û hiştin ez bi hêsanî li amûra gîtarê bixim. Me gelek konser dane û ev cara yekem e ku em ê bi Koma Sakîne re derkevin mêhrîcanekê. Ev mêhrîcan ji bo me cihê serfiraziyê ye. Bi piştgiriya malbata xwe em bi hêztir bûn û gihîştin armanca xwe, ji ber ku muzîk ji bo min cihê rehetiyê bû."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.