Çeteyên El Qaîde xwe bi cih dikin
În 17 Adar 2023 - 01:43
Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî ya dagirkirî têkildarî bicihbûna çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li kantona Girê Spî ya dagirkirî ji ANHA’yê re axivî.
Beriya bi demekê, çavkaniyên herêmî yên ji Girê Spî ragihandibûn ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El Nusra ku baskê El-Qaîdeyê yê Sûrî bû), malên Bethawî yên li nêzî mezreya Ermen a li başûrrojavayê bajarokê Eyn Erûs wek nuqteya duyemîn bi kar tînin.
Bi bicihbûna çeteyên HTŞ`ê li vê nuqteyê re, êdî rêya di navbera Girê Spî û Eyn Erûs de, rêyên Girê Spî-Kobanê, Girê Spî-Reqayê kontrol dikin.
Çeteyan perwerde dikin
Têkildarî mijarê, Hemîd El Ebid ev tişt gotin: "Belavbûna çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li kantona Girê Spî mijareke xeternak e û metirsî hene ku ji nû ve fikrê tundraw li herêmê bê belavkirin. Ev siyaseteke dewleta Tirk a dagirker û komeleyên tundraw (ên Pakistanî û Çeçenî) e ku gelek komele ji bo perwerdekirina Îslama tundraw vekirine.”
El Ebid got, dewleta Tirk a dagirker bi serwerkirina çeteyên di lîsteya “terorê” de, hewl dide zemînê êrişên nû li dijî xaka Sûriyeyê deyne û derbê li projeya Rêveberiya Xweser bide.
El-Ebid, bêdengiya hêzên navneteweyî li hember siyaseta dewleta Tirk a dagirker a li herêmên dagirkirî dimeşîne, rexne kir û got, herêmên dagirkirî bûne navendên "terorê û çeteyan" ên ku dewleta Tirk a dagirker wan di şerê wekaletê de li gelek dewletan bi kar tîne.
Hemîd El Ebid bang li xelkê herêmên dagirkirî kir da ku li hemberî van siyasetan hişyar bin û refên xwe bikin yek.
Li Girê Spî xwe qehîm dikin
Hêjayî gotinê ye, me di 31′ê Cotmeha 2022′yan de derbasbûna zêdetirî 60 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ji Tirkiyeyê ber bi kantona Girê Spî ve, belge kiribû. Ew çete li gundê Yabîse bi cih bûne. Çeteyên Feyleq El Mecid ên dewleta Tirk a dagirker jî ew der ji wan re hiştin û çûn gundê Xirbet El Feres.
ANHA/EYN ÎSA