Derket holê ku di wesayîta şîrketeke Bin Groupê de ku salê bi 2 milyon TL’yî kamuflaj û unîforma ji bo artêşa Tirk a dagirker û polêsên dagirker tedarek dike, 210 kîlo tiryak hatiye dîtin. 29’ê Mijdara 2020’an di wesayîta bi plakeya 34 EW 8446 ya Şîrketa Bînsû ya di bin banê Bin Groupê de ye û mamosteyê berê Vedat B. Serokê Desteya Rêvebir e, tiryak hatiye girtin. Ev yel bi îdianameyê derket holê.
Li gor agahiyên di îdianameyê de ajovanê wesayîtê Cîhan A., pêşniyaza kûryetiyê ya Yûnûs Y. û Mehmet Emîn G. ku ji ber bazirganiya tiryakê sabiqeya wan heye, qebûl kir. Şirketê îdîa kir ku ti elaqeya wê bi bûyerê re nîne.
AMED