Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren êrîş û qetlîamên nijadperest ên li ser Kurdan nirxand û got: “Polîtîkayên darazê yên bêcezatiyê ji êrîşkaran re cesaretekê çêdike.”

Êrîş û qetlîamên faşîstên AKP-MHP’yî ên li ser Kurdan roj bi roj zêdetir dibin. Tenê di nava meha dawî de li Afyon, Marmarîs, Enqere, Manavgat û Konyayê êrîş pêk hatin.

Bi rengekî sîstematîk pêkhatine

Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren êrîş û komkujiyên li ser Kurdan nirxand. Parêzer Eren bibîr xist ku li hemberî Kurdên ku di mehên havînê de wek karkerên demsalî diçin rojavayê Tirkiyê êrîşên herêmî yên taybet çêdibin û diyar kir ku îsal êrîş li pey hevdu û bi rengekî sîstematîk pêk hatine. Eren destnişan kir ku ev sîstematîk cara yekemîn li Îzmîrê bi qetilkirina HDP’yiyekê ve destpê kiriye û da zanîn ku ev yek belavî Afyon, Marmarîs, Enqere û Konyayê jî bûye.

‘Derûdorên AKP’ê em kirin hedef’

Parêzer Eren wiha peyivî: “Dema em li qetlîama 7 kesan ya li Konyayê temaşe bikin, ya metirsîdar ew e ku pêşiya êrîşa meha Gulanê pêkhatî negirtine. Me wê demê wek Baroyan daxuyanî dabû. Demildest derûdorên AKP’ê em kirin hedef. Bê guman dibe ku di navbera mirovan de bûyerên edlî biqewimin. Encax divê lêpirsînê ji rihetî û bêxemiya di bin van êrîşan de heyî bikin. Ger nasnameya Kurdî ya wan mirovan nebûya, wê bikaribin vê êrîşê bi hêsanî pêk bînin? Em bersivê ji van pirsan re dixwazin.

‘Bi çifteyan rê girtine’

Şewatên daristanan ya di van rojên dawî de jî êrîşên nijadperest zêdetir kir. Encax pirsgirêk di wir de ye ku li holê hê berpirsiyar yan jî zelaliyek nîne, lê heta yên di civakê de bi bandorin jî gotinên spekulatîf kirin. Heta me di dîmenan de dît ku erkdarek yê dewletê mirov kom kirine û bi zorê ji wan re dibêje ku pêwîste ji nûçeyên wiha spekulatîf bawer nekin.

Bifikirin ku mirov bi çifteyan rê girtine û nasnameyan kontrol dikin. Ji ber plakayên wesayîtan mirov bandor dibin. Ji xwe hestên faşîst û netewperest mixabin xwe li ser atmosferên kaotîk mezin dikin.”  ANF/AMED