Çerçiyê Taxê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Çile 2026 - 16:30

  • Pirtûka Kenan Erdencî “Çerçiyê Taxe” ji Nûbiharê derketiye. Pirtûka çîrokan e.

 Zimanê çîrokan hêsan û eril e. Tehma peyvên xwe ji xwezayê stendiye. Hinek çîrok de şopên sinemagtorafî yê tê de hene. Çîrok, piraniya wan li derve derbas dibin. Hinek çîrok pir dirêj kirin e, mirov aciz dike. Çîrok jî heye hêjaye xwendinê û tahmak xweş dide mirov mînak "Kewa Dawûd" çîrokek him bi mijara xwe û him bi alî tevnê, him jî ji alî xwerû bûnê de jî xweş e. "Çîroka pera" divê bibûya dû çîrok û ji hev veqetandina lewra ji hev guhertîne. Wekî du çîrok bi hevdû hatiye zeliqandin .

Çîrok ji du beşan tê
-Yek jê  mekan gund e  û mijar “zarokatî û bîranîn e “
-Ya din jî mekan bajar e û mijar “ civantî û dubendî ya jiyanê ye”
Beşa ewil - bîranînê zaroktiyê 

Mekan ; Gund
Hinek çîrokên pirtûkê , mirov dibe herêma Serhedê û dibe li ser dika çiya datîne û paşê  berê me, dide  gar û zomên bilind, û berê guhê me dide vîzîna bê, bala me dide şopên çiyayî, û  carna jî êkila zimanê me  jî ditahmijîne wan pincar û nebatên bejî û carna jî fanûs û lembeyekê dixe destê me, me bi retelqa hestê dayikekê dixe û berê me  li dû hêvî yê dixe û heta ew pirs mecîyê me kûrmî bike me, mijûl dike. "Gelo  ew zarokên wendayî li çê bû ? An li bajêr bûn, an di birekê de hatibû qetilkirin " Carna jî berê me dide şevbêrkên şevên dengbêjan, gûhê me dide sewta Şakiro û bi ser peyvên erojen de dardedike. Û carna ji em, diçin zaroktiya xwe, û em direvin li pişt wê dûxana li bin hespên wan çerçîyan. Û paşê, di bin wê toz û ecacê de plansazî dide çêkirin.  
Beşa dûyem- jiyana civantiyê û dubendî ye.

Mekan ; Bajar
Hinek çîrok jî berê me didin, bîr û fikirên (ne)saxlem û bi navên dû zarokên  Kurd, him me, di bîra ziman de dixe,  him jî me di wê,  berûya çînî de wer dike. Carna jî haya  me bi dubendiya goştxwûr û veganekî  dixe. Carna jî, berê me, dide wê geştiya şehêr ya erd mexelê niviskêr û gengeşiya nivîsandinê û carna jî zopekî niqirkirî li wê saca hişê me dixe û berê me dide wê zordestiya mêrî, wê zordestiya şêxî, wê zordestîya melî, wê  zordestiya malê, bi çavê wê keça xwende, haya me, ji xwe çêdike. Û carna jî, me  bi penaberî yê dixe, şelafîya însên, sextekarîya bazirganiyên însên, li ber çavên me radixe.
Çîroka herî xweş li gor mijarê ev çîrok bû. "Derdê ziman " bû. Hevoka herî min jê hezkir."Alper bi Tirkî ,Argeş bi Kurdî nizane"

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.