Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de daxuyanî da.
HPG’ê got, "Hêzên me 11’ê Tebaxê saet 15.00’an li dijî eskerên dagirker ên li Girê Şehîd Berxwedan a li qada Xantûrê çalakî kir. Di vê çalakiyê de ji 2 milan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û 3 esker hatin cezakirin.
Hêzên me 11’ê Tebaxê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Hêzên me saet 07.00’an li dijî eskerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Şehîd Şahan a Xakurkê çalakî kir. Di vê çalakiyê de çepereke dijmin hate îmhakirin û bi qasî ku hate tespîtkirin eskerek hate cezakirin. Saet 08.50’an, hêzên me li dijî eskerên li Girê Şifreza yê li ser sînorê Çelêya Colemêrgê çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de li kepçeyekê hate xistin, kepçe hate îmhakirin û leşkerekî dijmin jî hate cezakirin."

BEHDÎNAN