Cenazeyê Mehmet Turan li Giyadînê hate veşartin, Mehmet Turan ji ber teqîna cismê ku zarokan ji Çiyayê Tendurekê anîbû malê, jiyana xwe ji dest da.

Li gundikê Çobanê yê gundê Hecî Xalid ê navçeya Giyadînê ya ser bi Agiriyê, ji ber teqîna cismê ku zarokan ji Çiyayê Tendurekê anîbû malê, Mehmet Tûran ê 50 salî jiyana xwe ji dest da bû. Cenazeyê Tûran piştî otopsiyê ji Nexweşxaya Dewletê ya Agiriyê hate wergirtin û doh êvarê li goristana li Giyadînê hate veşartin.

Di heman teqînê de Dîlan Tûran û Sevîm Tûran jî birîndar bûbûn, ku dermankirina wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê dewam dike. Ecem Tûran û Nesîm Tûran ên ku bi sivikî birîndar bûn, ji nexweşxaneyê derketin.

AGIRÎ