Nivîskarê Kurd û Sekreterê Berê yê Hizba Komûnîsta Iraqê, Behadîn Nurî doh berê sibehê (01.12.2020) di 93 saliya xwe de wefat kir. Cenazeyê wî doh li warê lê dayik bûyî gundê Takê yê Qeredaxê hate veşartin.
Nivîskarê Kurd û Sekreterê Berê yê Hizba Komûnîsta Iraqê Behadîn Nûrî ê 93 salî de koça dawî kir. Behadîn Nûrî bi vîrûsa Covid-19´ê ketibû û piştî ku 10 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin, doh berê sibehê wefat kir. Cenazeyê wî piştî rêûresma olî ji Silêmaniyê birin warê wî yanî gundê Takê yê navçeya Qeredaxê. Cenaze li wir bi merasîmekê hate veşartin. Gelek hevalên wî, nûnerên saziyan û welatî tevlî merasîma cenaze bûn.
Li goristanê, malbata wî ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê, ew ê taziyê daneynîn.
Behadîn Nurî sala 1927’an li gundê Takê yê Qeredaxe ji dayik bûbû. Sala 1946’an de bû Endamê Hizba Komunîst a Iraqê. Sala 1949’an dibe sekreterê vê partiyê. Sala 1953’yan de ji aliyê rêveberiya wê demê ya Iraqê ve tê girtin. Biryara darvekirina wî tê dayîn, piştre ji ber zextan ew biryar tê betalkirin û cezayê hetahetayî lê tê birrîn. Sala 1958’an jî tê berdan.
Behadîn Nurî di van salên dawî de nexweş bû û ev 10 roj bûn bi vîrûsa koronayê ketîbû. Wî doh berê sibehê koça dawî kir. ROJNEWS/SILÊMANÎ