Cenazeyên 3 gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku li Çiyayê Gabarê yê herêma Basa ya Şirnexê şehîd bûn, 17 rojan li morga nexweşxaneya Şirnexê hatin hiştin.
Eşkere bû ku yek ji gerîlayên şehîd bûye, Harûn (Sabrî Yûmak) e.
Cenazeyê Yûmak li gundê Avgamasiya yê Şirnexê hate veşartin.
Tevî dorpêça polês û leşkeran jî gelek kes tevlî merasîma veşartina cenaze bûn.
Hate zanîn ku rayedarên polêsên Tirk ji malbata gerîlaya YJA Starê Guler Gungen xwestiye, cenaze teşxîs bikin. Ji ber ku malbatê nekarî cenaze teşxîs bike, ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da.
ANF/ŞIRNEX